Cibran Xelîl Cibran
Ji Wîkîpediya
Xelîl Cibran (6.1.1883 - 10.4.1931) nivîskarekî ereb bi nav û deng e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Jiyan
Cibran li nav darên selwiyê li Bişarêya Libnanê hat dinyayê. Wî li wir dest bi xwendekariya xwe kir lê di 12-saliya xwe de - sala 1895an - koçî Bostona Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir.
Di 14-saliya xwe de ew bi tenê vegerî Libnanê daku xwendekariya xwe li Medreset el-Hikmetê kuta bike. Li wir zimanê spehî yê helbestên wî, ku tê de çanda erebî û bandora rojavayî digihin hev, teşe da. Wî du caran li Parîsê nîgarkêşî xwend, dû re vegerî Bostonê û paşî çû New Yorkê û ta mirina xwe li wir ma.
20 salê jiyana xwe ya dawî li Emerîkayê derbaskir û li wir dest bi nivîsîna îngîlîzî kir. Fîlozofê Emerîkî yê eslê xwe ji Lûbnanê nivîskarê ceribandin û romanê, helbestvan û wênasaz Xelîl Cîbran (Cûbran) 10'ê nîsana sala 1931ê de mir.
[biguherîne] Berhem
Cibran ji aliyê bi mîlyonan kesên bi erebî diaxivin, tê naskirin û navûdengê wî ji Rojhilatê Nêz heta deverên dûr belavbûye. Helbestên wî zêdetirî 20 zimanan hatiye wergerandin û tabloyên wî li bajarên herî mezin yê cîhanê hatine nîşandan.
Li dema jîna xwe ew herî zêde wek nîgarkêşek portreyan dihat nasîn û ecibandin û gelek pêşangeh ji bo nîgarên wî li çar hêlên cîhanê hatine lidarxistin. Cibran herwiha gelek ji pirtûkên xwe yên helbestane bi nîgarên xwe neqişandine.
[biguherîne] Berhemên wî ên ku li Kurdî hatîye wergerandin
- Peyamber (wergêr: Husein Muhammed)
- Bexçeyê Peyamber (wergêr: Husein Muhammed)
- Baskên Şikestî (wergêr: Husein Muhammed)
[biguherîne] Lînkên derve
- Çend çîrokên Xelîl Cibran
- Goran bikole! Çîrokeke Xelîl Cibran