Celîlê Celîl
Ji Wîkîpediya
Celîlê Celîl (1936- ), nivîskar û dîroknasek kurd e. Ew li bajarê Êrîvan li welatê Ermenistanê ji dayik bûye û li zanîngeha Êrîvanê û rêkxistiya rojhilatnasiyê ya Lenîngrad ê wane xwendiye. Di sala 1963 de PhD ya xwe li warê Kurdnasiyê wergirtiye. Ji 1963 heta 1993, serokê pişka kurdnasî li Akadimya zanist bûye. Celîlê Celîl digel birayê xwe (Ordîxanê Celîl), helbestên ayînî ya êzidî û folklora (zargotina) kurdî kom kiriye û li çap daye. Piştî hilweşîna Sovyeta berê, ew li welatê Austria bi cîh bû û niha li Akadimya zanistiya Austria dixebte.
[biguherîne] Pirtûkên wî
- Zargotina Kurda, Digel Ordîxanê Celîl, Vol. I, II, Weşana Nauka, Moscow, 1978.
- Jiyana Rewşenbirî û Siyasi ya Kurdan, 200 rûpel, Weşana Jîna Nû, 1985 [1].
- Celîl, O., C. Celîl & Z. Celîl, Kurdskie skazki, legendy i predaniia(Çîrokên Kurdî), Weşana Nauka, Moscow, 1989.
- Zargotina Kurdên Sûriyê, Digel Ahmet Omer û Ordîxanê Celîl, Weşana Jîna Nû, Uppsala, Sweden, 1989, ISBN 9197092738 [2],[3].
- Dastanên Kurdî, Digel Ordîxanê Celîl, 244 rûpel, Weşana Zêl, Istanbul, 1994[4].
- Autobîografîya Ebdurrizaq Bedirxan, 72 rûpel, Weşana Havîbûn, 1999 [5].
- Dîwaro tera dibêm bûkê tu guhdar be, 158 rûpel, Weşana Pêrî, Istanbul, 2000[6].
- Sîyapûş Seyfulmuluk, 328 rûpel, Weşana Avesta, 2000[7].
- Rûpelên Balkeş Ji Dîroka Gelê Kurd, 195 rûpel, 2002 [8].
- Keşkûla Kurmancî : sedsalîyên X - XX, 311 rûpel, Vienna, 2004, ISBN 3902185066 [9].
[biguherîne] Çavkanî
- Hevpeyivîn digel Celîlê Celîl
- Celîlê Celîl (Ji Kurdishmedia.com, bi Ingilîziyê)