Bizin
Ji Wîkîpediya
Qiloçên bizinan ber bi paş ve tewandî ne û mûyên wan dirêj û zîx in. Ji yê nêr re nêrî dibêjin û riha wan heye. Ji biçûkên wan re dibêjin karik, û ji ya mê ya ku hêj nehatiye nêrî re dibêjin gîsk. Bi hezaran sal berê însanan bizin kedî kirine. Meriv ji şîr, çerm û mûyê bizinan fêde dibîne. Li welatê me, em li gor reng û şiklên wan navan jî li hinek bizinan dikin. Wek nimûne, bizina kol, bizina xez, bizina bel, bizina taq hwd.