Alfabeyên kurdî
Ji Wîkîpediya
Kurd sê alfabeyên kurdî yên cuda bi kar tînin; alfabeya latînî, erebî û ya kirîlî. Kurdên Kurdistana Bakur û "Kurdistana Sûriyê" alfabeya latînî, Kurdên Kurdistana Rojhelat û Basûr alfabeya erebî, Kurdên li Komarên Sovyetistana kevn jî alfabeya kirîlî bi kar tînin. Piştî belavbûna sîstema sovyetî, hin kurdên Sovyetîstana kevn jî dest bi bikaranîna alfabeya latînî kirine.
- Binêre jî: Alfabeya kurdî ya latînî, Alfabeya kurdî ya erebî
[biguherîne] Alfabeya kurdî ya latînî
Hîmên alfabeya latînî ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve hatiye avêtin. Mîr Celadet, ji sala 1919an dest bi amadekirina xebata alfabeya latînî kirîye. Wî, di 15yê Gulana sala 1932an de di hejmara pêþîn ya kovara Hawarê de dest bi belavkirina alfabeya kurdî a latînî kirîye. Loma ji alfabeya kurdî ya latînî re "alfabeya Hawarê" yan jî "alfabeya Celadet Bedirxanî" jî tê gotin.
Alfabeya latînî, alfabeyeke fonetîk e, ango her tîpek îşareta dengekî ye û ji alfabeyên din baştir bersiva dengên zimanê kurdî dide. Hejmara tîpên alfabeya kurdî 31 in.
Tîpên girdek:
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z
Tîpên hûrdek:
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z
Heşt dengdêr in:
a e ê i î o u û
Bîst û sê dengdar in:
b c ç d f g h j k l m n p q r s ş t v w x y z
Di zimanê kurdî de 31 yek deng hene û ji bo her dengekî jî tîpek (herfek) heye. Bi tenê dengekî taybetî di zimanê kurdî de heye ku bi du tîpan derdikeve û bi kurdî jê re pevdeng û ewropî jî dîftong dibêjin. Ew jî tîpên Xw ne. Dengê tîpa "x" bilind û xurt e û ya "w" jî nizim û zeyîf" e. Carnan dengê "w" weha kurt û zeyîf e ku mirov nabihîse û bi tenê dengê "x" dibîhîse. Loma jî di nivîsandina kurdî de herî bêtir çewtî di vî dengî de tê kirin. Ev dengê kurdî ku ji du tîpan derdikeve di zaravayê kurdî de ne wek hev e. Di zaravayê kurmancî de jî li gor herêman tê guhartin.
Soranî, dimilî û li hinek deverên kurmancî jî bi tenê "tîpa "x" bi kar tînin. Lê di rastnivîsa kurmancî de pêwîst e ku mirov "xw" binivîse.