Ji Wîkîpediya
- 1947 Serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Muhammed, Wezîrê Parastinê yê Komarê Mihemed Hûseynê Seyfî Qazî, û endamê parlemena Îranê Sadrî Qazî ku di heman demê de biryarê Qazî Mihemed bû, li Meydana Çarçira ya Komara Mahabadê hatibû îlan kirin, hatin dardekirin. Ev dîrok li gorî salnemya Seyfî dibe, 10ê meha 1ê 1326.
- 1651 Li Perûyê erdhejek dijwar qewimî.
- 1745 Cihu ji Pragê hatin dertixûbkirin.
- 1880 Cara yekem bi temamî bi elektrîkê bajar hate rohnayîkirin.
- 1889 Kûleya Eyfer ya li payexta Fransa Parîsê hate vekirin.
- 1918 Ji bo sûdwergirtina ji tava-rojê pergala katjimêra havînê cara yekem li Emerîkayê hate pêkanîn.
- 1923 Yekem maratona dansê li New Yorkê 27 saetan hate kirin.
- 1948 Endamên rêxistina kontr-gerîlla Hanagahê trena Hayfa-Yafayê rûxandin, di encama bûyerê de 40 Fîlîstînî mirin.
- 1986 Balafira Rêyên-hawayê ya Meksîkayê, Boeing 727 kete xwarê, 167 kes mirin.
- 1991 Xelkê Başûrê Kurdistanê jiber êrîşên dewleta Îraqê, dest bi koçberiyeke mezin kirin ku bi milyonan kes ji cîh û warên xwe bûn û derketin dervehî sînoran.
- 1991 Pakta Varşova hate fesihkirin.
- 1992 Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, firotina lewazimên leşkerî û balafiran li Lîbyayê qedexe kir.
- 1991 Li Tirkiyê 10 hezar û 500 karkerên endamê Sendîkaya Hava-Îşê dest bi grevê kirin.
- Roja bîranîna Şehîdên Kurdistanê
Binêre: Salvegerên dîrokî