Şam
Ji Wîkîpediya
Şam (bi erebî: دمشق, Dimeşk an الشام aš-Šām) paytextê Sûrî ye.
Yek ji bajarên herî kevn ên dîroka mirovahiyê ye. Hejmara niştecihên bajêr bi fermî nêzîkî 2 Milyon e. Bi tevî demedora xwe ji 6 Milyonî zêdetir kes lê dijîn.
Gelek kûltûran li vê bajarê desthilatî kirine û li pey xwe rêç û nîşaneyên xwe hiştine. Li Şamê Kurd, Asûrî, Ermenî jî dijîn. Taxa bajêr a kevn ji aliyê UNESCO ve wekî bermahiyê mirovahiyê tê parastin. Peykerekê împaratorê Kurd ê serokatiya Emewiyan kiriye Selahedînê Eyûbî jî li bajêr e.