Îsmaîl Beşîkçî
Ji Wîkîpediya
Îsmaîl Beşîkçî di sala 1937an de, li Bajarê Çorumê, li qeza Îskîlîpê hatiye dinê. Ew di 1962an de ji faqulta siyasî mezûn bûye û di sala 1964an de li zanîngeha Erzurimê bûye asîstan.
Îsmaîl Beşîkçî bi lêkolîn û nivîsên xwe yên li ser kurdan tê nasîn. Ji ber van xebatên xwe 16 sal di zîndanê de maye. Hemû li ser hev 100 sal cezayê zîndanê û 10 milyon TL ceza lê hatiye birrîn. Bêşîkçî di sala 1999an de bi guhertina qanûna tirkan serbest bû.
Ji 36 pirtûkên wî 32 heb hatine qedexe kirin.