Îmrali
Ji Wîkîpediya
Îmralî (bi tirkî: İmralı) giraveke di nava Derya Marmara de ye ku Abdullah Ocalan tê de girtîye. Girtiyên ku di vê zindanê de hebûn hemû hatin derxistin. Ji Abdullah Ocalan pê ve niha tu girtiyên din di vê zindanê de nînin. Di zindana girava Îmralî de berîya niha jî gellek kes bi mebesta îzolekirinê hatine girtin. Yek ji wan Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Adnan Menderes bû ku 17ê îlona sala 1961an hat darvekirin.