Lûyî Pastur
Ji Wîkîpediya
Lûyî Pastur (fr:Louis Pasteur) (27'ê Befirbara Pêşîn 1822ê- 28'ê Îlona 1895'ê) yek ji mezintirîn mîkrobzan û kîmyazanên dîrokê e. Ew ji bo hindê binavûdeng e ko rêyek ji bo tirş-nebûna şîr û şerabê vedît. Rêya wî vedîtî heta niha jî bi pasturandinê (pasturîzasyonê) dihêt niyasîn. Ceribandinên wî bîrdoza hûrjîneweran ya nesaxîyan (germ theory of diseases) selimand (isbat kir). Wî vaksîna pêşîn ji bo nesaxîya harîyê vedît. Ew û Robert Kox hîmdanerên bektirîzanistî in.
[biguherîne] Destpêka Jîyanê
Ew li Dola devera Jura ya Fransayê hat dinyayê û li bajêrê Arbowayê mezin bû. Babê wî Jan (Jean) kevne leşkirekê şerên Napilyonî bû.