Zelanda Nû
Ji Wîkîpediya
Ala Zelanda Nû |
Arma Zelanda Nû |
Zimanên fermî | Îngîlîzî, Maorî |
Paytext | Wellington |
Sîstema Sîyasî | Monarşîya Parlamenterî |
Serokkomar | Şahbanû Elisabeth II. |
Serokê hikûmetê | Helen Clark |
Serxwebûn | 26'ê rezberê 1907 (Kolonî), 25'ê Sermawezê 1947 (Serxebûn) |
Srûda netewî: | God Defend New Zealand, God Save the Queen |
Rûerd | 270.534 km² |
Nifûs | 4.151.600 30'ê rezberê 2006 |
Dirav | Dolara Zelanda Nû |
navçeya demjimêrî | UTC+13 |
Nîşana înternetê | .nz |
Koda telefonê | +64 |
Zelanda Nû (bi Îngîlîzî, New Zealand; Maorî, Aotearoa) welataka girav e. Ew li ser Okyanûsa Mezin de ye. Li 1.500 km bakura Zelanda Nû Kaledonîya Nû, 1600 km li bakur rojava ji Awûstralya bi Derya Tazmanya vediqete, li başûr jî 3000 km dûr Antarktîka he ye. Zelanda Nû du giravên mezinê, girava bakur û girava başûr, û gelek giravên biçûk de pêk hatiya. Giravên herî mezin ewna ne; Girava Stewart, Girava Great Barrier û Girava Chatham e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Gelemperî
Zelanda Nû welataka Commonwealth Realm e. Keyatiya Zelanda Nû bi Zelanda Nû re tev Girava Cook û Niue û Tokelau sax dike.
Zelanda Nû du giravên mezinê, girava bakur û girava başûr, û gelek giravên biçûk de pêk tê. Rûerda Zelanda Nû 270.534 km² ye. Giravên mezin de ya bakur 113.729 km², ya başûr jî 151.215 km² ye.
[biguherîne] Gel
Gelê Zelanda Nû bi gelemperî koçerên di Brîtanya de hatinî û dimatî wir Maorî ne. Gorî hejmartina gelhê di 2006an de 4.141.766 kes li Zelanda Nû dijî ye. Ji bo mezinahî rûerda welat pira xewle, serî km² 15 mirov dikeve. Li gel kêmzêde %75 yê di ewropa de hatine. Wan re Pakeha tê gotin. Li wan şunda bi %14,7 Maorîye Polynesî ne.
[biguherîne] Ol
Di Zelanda Nû de bi piranî Xristiyan hêne. Liwan bêtir bi %24 kes Ateîst û bi kêmavîyê Budîst, Hindû, Misliman û Cûh hêne.
[biguherîne] Ziman
Di Zelanda Nû de sê zimanên fermî hêne; Îngîlîzî, Maorî û New Zealand Sign Language. Li %96,1 gelî wir îngîlîzî diaxafa. Maorî bi %4,5 kesî tê axaftin.New Zealand Sign Language(NZSL) di 10 nîsanê 2006an vir de zimanê fermî ye. NZSL bi 0,8% kesî tê axaftin.
[biguherîne] Dîrok
Bi gumani Zelanda Nû di sedsala vevbara 11an û 13an de ji alîya Polynesîyan hat doz kirin..
Mirovê ji Ewropa de gehîştîya Zelanda Nû Deryavanê holandî Abel Tasman bû. Dûv wî re 1769/70 de James Cook çû Zelanda Nû. Paş James Cook de koçer di Ewropa de çûna wan giravan. Di 1840 de jî Împaratorîya Brîtanya ew bendîya xwe kir. 1907an de jî ew bû kolonîya(Dominion) Brîtanya.
[biguherîne] Giredanê Web
- Kargerîya Zelanda Nû (Îngîlîzî, Maorî)ku:Zelanda N