Ji Wîkîpediya
- 1992 - Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hate demezirandin.
- 1995 - Gundên Herbet û Resta yên ser bi navçeya Amed Qûlpê hatin valakirin.
- 1999 - Li gelemperiya Tirkiyê hilbijartinên giştî pêkhatin. Di hilbijartinan de HADEPê di serî de şaredariya Amed, Batman, Çewlik, Sêrt û Wanê, 37 şaredarî bi dest xistin.
- 1998 - Rojnameya Ozgur Bakişê dest bi weşanê kir.
- 1853 Li Asyayê yekem tren di navbêra wargeha Bombay û Tannayê de xebitî.
- 1906 Yek ji erdhejên herî mezin ên dîrokê li San Francisco'yê qewimî. Di erdhejê de hemu bajar hilweşiya û di encama karesatê de hezar kes mirin.
- 1949 Hêzên Îraqê yên li Fîlîstînê vekişiyan.
- 1983 Li bajarê Lûbnan Beyrûdê êrîşeke întîharî li ser sefareta Emerîkayê hate li darxistin, di encama êrîşê de 17 jê Emerîkî, bi giştî 63 kes mirin.
- 1988 Li kendavê Şerê Îran û Emerîkayê destpêkir.
- 1996 Serokwezîrê Îsraîlê Şîmon Perez li hemberî Lûbnanê operasyona bi navê «~Tiriyê Xezebê~» da destpêkirin. Li kampa penaberan ya Neteweyê Yekbûyî ya li Kana ku dikeve Başûrê Lûbnanê, di encama êrîşa Îsraîlê de 98 Kes hatin qetilkirin. Her wiha ev roj di nava xelkê Fîlîstîniyan de weke tevkujiya Kana tê zanîn.
- 1879 Teorîsyenê elektrîkê û fîlozof Albert Einstein li bajarê Almanya Ulmê jidayikbû. Einstein, di 18 nîsana 1955ê de çû ser dilovaniya xwe. Teorîsyenê Fîzîkê, fîlozof û pasîfîst Einstein, di nav gelek welatan de, li Almanya, Swîsre, Çekoslovakya û Emerîkayê dersên fîzîkê dan û di sala 1921ê de xelata fîzîkzanan wergirt.
(Kesên ku di vê rojê de mirî ne.)
Binêre: Salvegerên dîrokî