Mirgewer
Ji Wîkîpediya
Herêma Mirgewer ketiye başûra bajarê Urmiyê. Dema mirov li geliyê Bendê derbaz dibe li sêrêya Rajanê ber bi aliyê başûr ve diçî.
Mirgewer ketiye ser tixûbên sê dewletên Iraq, Tirkiye u Îranê. Peymana Sêsînor li ser çiyayê Dalanper'î hatibû îmzakirin. Dema avabûna Komara Kurdistanê li Mehabadê ev peyman bi insiyativa nemir Qazî Mihemmed li navbera kurdên parçeyên Kurdistanê hate imzakirin.
Mirgewer xwedî erdeke pirr bereket e. Zeviyên bir biberhem hene li vir. Genim, nok u gele cure giya u dahnên din li vir tên çandin. Berê pezdariyek berçav li vir hebû lê di wan salên dawiyê pirr kêm bûye.
Mirgewer roleke berçav di hemû serhildan u berxwedanên neteweyî li Kurdistana rojhilat hebûye. Lê netenê ev, herwisa beşdariya serhildanên bakur u başur jî kiriye. Gelek şedîd dayine.
Şadrewan Mistefa Barzanî li ser rêya xwe bo Yekitiya Soviyetê li Mirgewerê jî mabû. Ev şikefta ku ev têde mabûn bi navê vî hatiye binav kirin.