Kobanî
Ji Wîkîpediya
Kobanî, (ar: كوباني, عين العرب) bajarekî kurdan e, li başûr rojavayê Kurdistanê, ew li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ye, li hemberî bajarê Sirûcê yê li aliyê tirkî. Kobanî nezîkî 160 Km bakurî rojhelatê Helebê ye, (Kobanî) li Rojhelatî Ferat e 30Km navbera wê û Ferat de heye, piraniya xelkê li ser çandiniyê dijîn.
Daniştvanên Kobaniyê û gundên wê bi tevahî Kurd in, ji bilî malbatên polîs û mamûrên dewletê yên ji deverên din hatinî. Ta salên heftêyan jî malên Ermeniyan lê hebûn lê yek bi yek bar kirin Helebê yan welatên din, Ermenistan jî di nav de. Êlên kobaniyê yên mezin eşîrên Berazan û Kêtikan in. Serdarên navdar yên Berazan Bozan beg û Hirço beg bûn. Ji aliyê Kêtikan yê herî navdar Besrawî axa bû. Bozan beg di dema xwe de nûnerekî (mebûsekî) Rihayê (Urfa) bû, di meclisa millî ya mezin de li Enqereyê. Kurê brayê wî Hirço, Şahîn Şahîn, di salên 50yan de li Şamê nûnerê parlemana Sûriyeyê bû. Şêx Salih, ku ji Amûdê hatibû û rêberiya terîqeta neqşebendî dikir, yek ji navdarên bajêr bû, wekî Mele Mislim, Miftiyê Kobaniyê, Mechan axa ji Kaniya Ereban, dengbêj Mişoyê Bekebûrê û Jan Dost ku nivîskarekî Kurdan yê navdar e, û hin kesên din. Pirraniya xelkê gundên bi Kobaniyê ve girêdayî xwe bi çandiniyê ve mijûl dikin. Di van salên dawîn de li Kobaniyê pîşesazî jî berfireh bû.
|
|
---|---|
Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Bane | Bazîd | Bedlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlik | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hewlêr | Kamyaran | Kerkuk | Kirmaşan | Mahabad | Meletî | Mereş | Merdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Semsûr | Serdeşt | Seqez | Sêrt | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şirnex | Şino | Wan | Xaneqîn | Zaxo |