Web - Amazon

We provide Linux to the World


We support WINRAR [What is this] - [Download .exe file(s) for Windows]

CLASSICISTRANIERI HOME PAGE - YOUTUBE CHANNEL
SITEMAP
Audiobooks by Valerio Di Stefano: Single Download - Complete Download [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Alphabetical Download  [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Download Instructions

Make a donation: IBAN: IT36M0708677020000000008016 - BIC/SWIFT:  ICRAITRRU60 - VALERIO DI STEFANO or
Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions
Eminem - Wîkîpediya

Eminem

Ji Wîkîpediya

Afîşa fîlma 8 Mile
Mezin bike
Afîşa fîlma 8 Mile

Eminem (ji dayikbûye Marshall Mathers III, 17'ê cotmehê 1972) hunermendekî Emerîkî ye. Ew pêştir mîna rapvanek bi nav û deng bû, û paşê jî bi karê xwe yê aktor serfiraz bû.

Ew li St.Joseph, Missouri (DYE) çêbû, û li Detroitê mezin bû.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Jîyana wî

Li gore zehfên agahdarîyan, malbata Mathers pir feqîr bû. Têkiliya Eminem bi dîya xwe re pir zext bû, mîna ew di stranê xwe 'Cleaning Out My Closet' ('Dolabê xwe paqij bikim') de dibêje, û Eminem jî terkî xwendegeha paşîn kir li emrê 17 (berî vê ew jî 3 caran di sala xwendegehê ya 9êmîn de mabû). Bûyerek ku jî pir bandurî wî kir, mirina xalê wî Ronald Dean 'Ronnie' Polkingharn, ku tenê jê 3 mehên meztir bû. Eminem stranên xwe de carina behsa wî dike. Mînak di strana d-12 a 'How Come' ('Çawa dibe') de, ew li ser têkilîya xwe bi hevalekî xwe ya kevn re behsa dike, û ew li ser xalê xwe wilo dibêje : 'Dema Ronnie mirîye, tu li kêleka min bû, bi milekî ji boku ez li ser wî bigrîm û desmalek ji bo çavên min zuha bike, û satilek ji bo têde bigre her hêstir min girîye'. Di salên xwe yên xwendegehê de jî, wî li emrê 15 hevala xwe ya kevn û dîya keça wan Kimberly Ann 'Kim' Scott naskir. Kimberly Scott keçika wan ya navê wê Hailie Jade Scott e li 25 Cila Navîn 1995 anî dinê, û Marshall û Kim li 14ê Hezîranê 1999 zewicî. Eminem jî stranên xwe de pir besha keçka xwe dike, û çend stranan mîna '97 Bonnie & Clyde', 'Hailie's Song' ('Strana Hailie'), 'Mockingbird' ('Çûka qerfê'), û 'When I'm Gone' ('Dema ez çûme') bi temamî li ser û jiboy Hailie ne.

[biguherîne] Pîşe û berhemên wî

Ji emrekî genc bala wî dabû muzîka rap, û kinga 13 salî bû dest bi rapkirinê kir, li nav grubekî bi navê 'Soul Intent'. Paşê, li sala 1996, wî albuma xwe ya pêşîn derxist, navê vê albumê 'Infinite' ('Bêdawî') bû. Teva ku album rastî serfirazî nehatibû, Eminem karê xwe berdewam kir û li sala 1997, wî demo-cd xwe 'The Slim Shady EP' derxist. Xelk dibêjin ku hunermendê mezin ê rap, endamê kevn ê NWA û produktor Dr.Dre vê cdê li garajê Jimmy Iovine (patronê Interscope Records) bihîst û biryar da ku bi Eminem re kontrayekê îmze ke.

[biguherîne] Serfirazîya wî

Bi vê kontraya Interscopê, Eminem albuma xwe ya 2êmîn, 'The Slim Shady LP' sala 1999 derxist. Ev album rastî serfirazîyeke pir mezin hat, û Eminem pir zû bû stareke pir mezin li her alîyê dinyayê. Strana albumê ya herî navdar, straneke bi navê 'My Name Is' ('Navê min e'), têde Eminem bi awayekî biken xwe dide naskirin. Tenê saleke paşê, li gulanê 2000, Eminem albuma wî ya 3êmîn jî derxist, 'The Marshall Mathers LP'. Strana albumê ku single ya pêşîn bûbû, 'The Real Slim Shady', bû pir nav û deng û çend stranên dîn, mîna 'The Way I Am' ('Ez çawa me') û 'Stan' jî hêj pir navdar in. Paşê jî Eminem 3 albumên dîn derxist, 'The Eminem Show' (2002), '8 Mile Soundtrack' (muzîka fîlmê '8 Mile', 2002) û 'Encore' (2004).

[biguherîne] Projeyên wî ên dîn

Ji bilî albumên xwe, Eminem jî bi pir tiştên dîn mijul bûbû. Ew endamekî gruba rap D-12 e, ku heta vîsta 2 album derxistin. Ew jî di fîlmê 8 Mile de aferînekî sereke dilîst, ku navê wî 'Jimmy Rabbit' bû. Wî jî muzika vê fîlmê çêkir, û jiboy vê êk Academy Awards a 'Best Song' ('Strana Herî Baş') jî li sala 2003 girt.

[biguherîne] Niha

Paşê navbeyneke çûk, hat ragihandin ku albuma wî ya bey di dawîya 2006 de ê derkeve. Hat ragihandin ewê 'Eminem Presents : The Re-Up' were navkirin.

Our "Network":

Project Gutenberg
https://gutenberg.classicistranieri.com

Encyclopaedia Britannica 1911
https://encyclopaediabritannica.classicistranieri.com

Librivox Audiobooks
https://librivox.classicistranieri.com

Linux Distributions
https://old.classicistranieri.com

Magnatune (MP3 Music)
https://magnatune.classicistranieri.com

Static Wikipedia (June 2008)
https://wikipedia.classicistranieri.com

Static Wikipedia (March 2008)
https://wikipedia2007.classicistranieri.com/mar2008/

Static Wikipedia (2007)
https://wikipedia2007.classicistranieri.com

Static Wikipedia (2006)
https://wikipedia2006.classicistranieri.com

Liber Liber
https://liberliber.classicistranieri.com

ZIM Files for Kiwix
https://zim.classicistranieri.com


Other Websites:

Bach - Goldberg Variations
https://www.goldbergvariations.org

Lazarillo de Tormes
https://www.lazarillodetormes.org

Madame Bovary
https://www.madamebovary.org

Il Fu Mattia Pascal
https://www.mattiapascal.it

The Voice in the Desert
https://www.thevoiceinthedesert.org

Confessione d'un amore fascista
https://www.amorefascista.it

Malinverno
https://www.malinverno.org

Debito formativo
https://www.debitoformativo.it

Adina Spire
https://www.adinaspire.com