11'ê adarê
Ji Wîkîpediya
|
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Bûyer
[biguherîne] Kurdistan
- 1925 Kovara Diyarî Kurdistan li Baxdayê derket.
- 1970 Ji aliyê Hukumeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îraqê danezanek hate eşkere kirin. Li gorî danezanê; di hundûrê yekîtiya Îraqê de, xudmuxtarî ji bo Kurdan dihate nasîn. Deklerasyona fermî ji aliyê Saddam Hûseyn û Mustefa Berzanî ve hatibû îmzekirin. Di danezanê de 15 bend hebûn. Bend, li ser birêvebirina devera xudmuxtar bû, bendên xudmuxtariyê, li ser bingeha peymana Kurdan a nîsana 1963an û parastina mafê Kurdan a 1966an ava bibû. Lê belê ev danezan di pratîkê de pêknehat.
- 1974 Dema ku li ser peymana otonomiyê ya Îraqê lihevhatin çênebû, di navbêra hêzên Îraq û PDKê de şerên dijwar destpêkirin.
- 1991 Li bajarên başûrê Kurdistanê Hewlêr û Xaneqîn serhildanê destpê kir û ev bajarana ji aliyê gel ve hatin azadkirin.
- 1999 Gerîllayên Kurd ên bi navê kod Ekrem Hazan, Mîlîtan, Firat, Îzzet, Cengiz, Laşer û Serdar li Golavê, gerîllayên bi navê kod Kendal Amed, Bager, Tayip Tolhildan, Aslan Rojhilat û Palû di navbêra Sason û Golakê ya ser bi bajarê Amedê, her wiha di 11 adara sala 1999an de jî gerîllayên Kurd ên bi navê kod Welat jî li herêma Mêrdînê di encama şerên bi artêşa Tirk re jiyana xwe ji dest dan.
[biguherîne] Cîhan
- 1302Li Îtalyayê çiyaê volkanîk Etna teqiya. Di encama karesatê de 15 hezar kes mirin. Balkêşe ku 672 sal piştî vê bûyerê dîsa di heman rojê de ango di 11 adara sala 1974an de çiyayê Volkanîk yê Îtalyayê Etna dîsa teqiya.
- 1669 Yekem dibistana jinan a tibê li Emerîkayê hate vekirin.
- 1917 Leşkerên Îngîlîzan di sala 1917an de Baxdayê dagir kirin.
- 1947 Dewleta Tirk bû endamê Fona Drafan a Navneteweyî IMFê.
- 1948 Li nêzî bajarê Hayfe di encama êrîşeke şervanên Filîstîniyan ya li ser otobûseke cihuyan 37 cihu hatin kuştin.
- 1977 Musulmanan li Washingtonê 130 kes rehîn girtin.
- 1979 CENTO belav bû. Wezareta karê derve ya Îranê berpirsyariyên xwe yên di CENTOyê de redkir. Pakistanê jî daxûyakirin ku ew paşve dikişe.
- 1985 Li Yekîtiya Sovyetê, piştî kuştina serokê Partiya Komînîst Çernenko, Mîhaîl Gorbaçov bû serokê partiya Komînîst.
[biguherîne] Zayîn
(Kesen ku di vê rojê de ji dayîk bûn)
[biguherîne] Mirin
(Kesên ku di vê rojê de mirî ne.)
[biguherîne] Cejn û salveger
Binêre: Salvegerên dîrokî