Sîstema lenfa
Ji Wîkîpediya
Sistema lenfan weki sistema xwîne li her dera bedenî heye. Ew, ji demarên gelek tenik u girêkên lenfî hatiye avakirin. Ew demar ji tevinekî ber bi girêka lenfî dikêain. Ji girêka lenfan ji alîyê din, disa wekî demar dikişînin girêkeka din ya ko, hîn jortir e. Anko ji hêla jêr dikişin hêla jor ber bi dilî.
Di demarên lenfan da avek ruhn u protîndar diherikit; ji wê ra dibêjin lenf an jî ava lenfê. Lîmf yek ji şileyên leşî ye. Serokanîya lîmfê ji xwînê ye. Dema xwîn bi rêya mûxwînborîyan digehit hemî şaneyên leşî, hindek ji plasma û sêromê bi hêza avpestê ji dîwarê wan derdikevit û diçit valahîya navbera xaneyên şaneyan û digel hindek ji derdayî yên xaneyan ko paşmayên mêtabolîzmê ne nikarin vegerin nav gerra xwînê. Paştir nêzîkî 90 ji sedê ji vê şilemeya ko dibêjinê şilemeya navxaneyî bi hêza ozmosîsê vedigerit nav mûxwînborîyan. lê 10% a mayî bi rêya dozena lîmfî vedigerit gerra xwînê. Her ûsa jî li tev wê avê gelek lenfosît jî dihên dîtin. Lenfen hêla zikî madeyên wekî çevrî u protein, yên ko paşî xwarinê ji rûvîyan digehin nav demarên lenfî, ber bi jor dibin û di sîngî da diherikînin hindurê sîndemarê xwînê. Ger demarên lenfî rind ne xebitin î avê ji tevinê nekişînin, ew ava di tevinê da dimine u tevinkên wan derên bedenî diperçivin (ling, dest, qor). Her ûsa jî gelek şane, wekî şaneyên şêrpenceyê, (şaneyên ure xirab) bi rêya demarên lenfî digehin nav xwînê û dikanin di girekên lenfan da xwe zêdebikin, an jî şaneyên şêrpenceyê ragihînin cihên din yên bedenî.
Organên mirovan | |
Sîstema gera xwînê - Sîstema hezmê - Sîstema hormonan - Sîstema parastinê - Organên sehkirinê - Sîstema lenfa - Sîstema livînê - Sîstema birikan - Organên cinsiyetî - Sîstema bêhngirtinê - Sîstema mîzê |