Ronahî (kovar)
Ji Wîkîpediya
Ev gotar li ser kovara Ronahî ya ji alî Celadet Alî Bedir-Xan ve dihat weşandin e. Bo Ronahiya Hafiz Qazî, binere Ronahî.
Ronahî kovarek mehanî bû. Ji alî Celadet Alî Bedir-Xan ve di sala 1942an hetanî sala 1944an hate weşandinê. Kovar hemû li ser hev 28 hejmar derket. Ronahî xwerû bi zimanê kurdî, bi zaravayê kurmancîya jorîn û bi tîpên Latînî bû. Kovara Ronahî di germîya şerê cîhanê yê duyem de hate weşandinê. Naveroka wê bi giranî li ser bûyerên şer e. Nûçeyên şer, çekên nû derketî, rewşa cepha şer, jîyana gelan, lehengîya leşkeran, qehremanîya fermandaran û hwd, hemû di nav rûpelên Ronahî’yê de cîh girtine. Kovara Ronahî li dij Faşîzm û Nazîzmê bû. Kovar bi her awayî pesnê şerê cepha demokrasîyê didan û li dij Faşîzmê radiwestîya. Kovara Ronahî bi nûçeyên şer, gotar, çîrok, şîrove û wêneyên xwe ve kovarek magazîna nûçeyên şer bû. Loma jî pirranîya nûçe û wêneyên wê li ser şer bû. Lê, li gel van nûçeyên şer jî, di nav rûpelên Kovara Ronahî de li ser folklor û edebîyata kurdî jî gelek nivîs hene.
28 hejmarên Kovara Ronahî ji alî weşanxana Jîna Nû hatîye berhevkirinê û hemû hejmar li ser hev di ebata pirtûkek mezin de hatîye weşandinê. Çapxana Jîna Nû pêşgotinek li ser kovar û xwedîyê wê nivîsandîye û di pêşgotinê de gelek agahdarî didin xwendevanan. Pirtûka mezin a berhevkirina hemû hejmarên Ronahîyê li ser hev 584 rûpel e. Di nav rûpelên kovarê de gelek îmzayên hêja û navdar hene. Nivîskarên kurd, li ser jîyana kurdan, têkilîyên civakî di nav wan de, û li ser gelek tiştên din nivîsandine. Wan gelek çîrok, stran, serpêhatî û helbestên kurdî di nav rûpelên Ronahîyê de çap kirine.
Xwedî û berpirsîyarê kovarê Celadet Alî Bedir–Xan, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Cigerxwîn, û her w. d. gelek nivîsên hêja nivîsandin e. Simaîlê Serhedî, Bişarê Segman û Melle Enwer jî gelek çîrok, lêkolîn, werger û helbest nivîsandine. Serokê serîhildana Sasonê Evdirehmanê Elîyê Ûnis û serokê serîhildana Agirî Îhsan Nurî jî di kovara Ronahîyê de nivîsandine û keda xwe xistine nav rûpelên Ronahîyê.
Kovara Ronahî jî wek kovara Hawar û rojnama Roja Nû, di warê edebî û ziman de xwedîyê rûmetêk bilind e. Çîrok û helbestên ku di nav rûpelên Ronahîyê de hatine weşandinê di nav edebîyata kurdî de cîyekî payebilind girtine.