Web - Amazon

We provide Linux to the World


We support WINRAR [What is this] - [Download .exe file(s) for Windows]

CLASSICISTRANIERI HOME PAGE - YOUTUBE CHANNEL
SITEMAP
Audiobooks by Valerio Di Stefano: Single Download - Complete Download [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Alphabetical Download  [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Download Instructions

Make a donation: IBAN: IT36M0708677020000000008016 - BIC/SWIFT:  ICRAITRRU60 - VALERIO DI STEFANO or
Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions
Necîb Balayî - Wîkîpediya

Necîb Balayî

Ji Wîkîpediya

Necîb Balayî nivîskarek kurd yê kurmancînivîs e ji Başûrê Kurdistanê.

Necîb Balayî li sala 1962an li gundê Ure, li herêma Berwarî Bala hatiye dinyayê. Balayî xwendina destpêkî, li gundê Kanîmasî û Mayê bi dawî anîye. Piştî şkestina şorişa kurdî, li sala 1975an, bi Malbat ve li bajarêr Duhok, xwecî bûne.

Li xwendingeha Birayetî, li Duhok, xwendina xwe ya Navîn û Amadeyî bi dawî kirî ye. Li sala 1985/1986 li Zanîngeha Bexda-beşê zanyariyên Mirovayetî-Cografiya, bi dawî anî ye.

Ji sala 1981 – 1987an, li Radio ya kurdî, li Bexda wek amadekar û pêşkeşkarê bernamê Helbest û Awaz bû, dîsan Bernamê Zarokan ((werin li gel me)), amade dikir û rojnamevan Helat M. Salih pêşkeş dikir.

Ji sala, 1991- 1993an di rêveberiya ragihandina ê de li bajarê Duhok kar kirî ye. -Cêgirê Serniviserê Rojnama (Botan) bu, ya ku, li Duhokê derdichu heta sala 1993an 13 hijmar jêhatine chapkirin.

Sala 1994an bu ye Reveberê kenalê Televizion a ((Gelê Kurdistan)).

Li sala 1994an, ji egerên şerê Birakûjî, qesta Almaniya kirî ye, Mafê penaberiyê wergirtî ye.

Dema hat Almaniya, li ser çalakiyên xwe yên Edebî û Roşenbîrî, berdewam bû, bû ye endamê yekêtiya Nivîskarên kurd li dervey Welat, Endamê kargêr yê Instîtuta kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Berlîn, li Zanîngeha Med, ku bi riya kenalê MedTV, dersên Edebiyata kurdî ya Nûdem pêşkeş kirîn e, bu ye -Endamê PEN a kurd, li Almaniya, ya girêdayî PENa navnetewî.

Li Berlin, li Akademie für Digitale Medien www.Cimdata.de Bawernama Online Redaktur bi pileya gelek baş wergirtiye. -Beşdariya bi dehan Konferans û Festivalên, Edebî û Roşenbîrî kirî ye, li Welat û dervey Welat.

Ji sala 1997 – 2003 li Radio ya Berlin a Azad (SFB- Multi-kulti), ku niha (RBB) ye, kar kirî ye.

Ji Adara 2003an heya niha, li Radio ya Ewropa Azad (RFE/RL – Radio Free Europe/Radio Liberty) kar dike.

Li sala 1977/78an, dest bi nivîsên kurdî kirî ye, li pêşiyê hind gotarên foloklurî, helbest û kurte chîrok nivîsandîn e.

Li sala 1979an, li Festîvala helbestxwendinê ya Ciwanan, li bajarê Helebch ê, Xelata yekemîn ya helbestê wergirtî ye.

Helbest û Nivîsên wî, di piraniya Rojname û Kovarên kurdî de, hatine weşandin yên ku ji sala 1980-1990an li Bexda û kurdistanê dihatin chapkirin.

Li Ewropa jî, bi nivîsên xwe beşdarî kirî ye, di hind rojname û kovarên weke: Nûdem, Avaşîn, Hiwa, Azadiya Welat, Havîbûn, û Seko de.

Li sala 1998an yekem komela helbestên xwe, bi nave Min şev nasdikirn, berî reş bibin çap kirî ye.

Li sala 1989an, li gel Xanima Rojnamevan, Semîra Alî Mandî zewiciye, û du keçên wan, bi navê Hozan û Rûdan hene.

Ji sala 2003an…Ji ber karê radio yê, Li bajarê Prag, li kumara Chîk dijîn.Ew û xanima xwe li Radio RFE/RL kar dikin.

Ji sala 2005an û heya niha nivisên xwe di malpera amidakurd.com di weshîne, herweha hind caran di Kovara W ya amed ê û kovara Peyiv ya ku ji alê yekêtiya Nivîskarên kurd shaxê duhok ê tê weşandin bi berhemên xwe beşdar dibe dike.

[biguherîne] Berhem

Bi giştî berhemên xwe yên destpêkê, ji sala 1978an heta 1988an di van kovar û rojnaman da weshandîn e ((Rojnama Hawkarî-Bexda, Kovara Beyan-Bexda, Kovara Karwan-Hewlêr, Kovara Nuserî Kurd-Bexda, Peyv-Duhok, Kovara Rojî Kurdistan-Bexda, Roshenbîrî nwê- Bexda, Al-Eqlam-Bexda, delîlê Festivala Roshenbîrîya kurdî 1983…. htd))

Berhemên belavkirî ji 1991 – 2003an di van Kovar û Rojnaman da: ((Rojnama Botan – Duhok, Rojnama Serhildan – Duhok, Kovara Nûdem – Swêd, Kovara Avashîn- Berlin, Kovara Havîbûn –Zanîngeha Berlîn ya Azad, Kovara Hiwa Frankfurt-Almaniya, Peyv-Duhok ...htd herweha di gelek malperên Kurdî da niha berhemên xwe belav diket)) Du dîwanên helbestan hene:

  1. Min shev nasdikirin berî resh bibin – Stokholm – Swêd 1998.
  2. Efsaneya Stranên Bindestîyê, ji weshanên Êketiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2006
Our "Network":

Project Gutenberg
https://gutenberg.classicistranieri.com

Encyclopaedia Britannica 1911
https://encyclopaediabritannica.classicistranieri.com

Librivox Audiobooks
https://librivox.classicistranieri.com

Linux Distributions
https://old.classicistranieri.com

Magnatune (MP3 Music)
https://magnatune.classicistranieri.com

Static Wikipedia (June 2008)
https://wikipedia.classicistranieri.com

Static Wikipedia (March 2008)
https://wikipedia2007.classicistranieri.com/mar2008/

Static Wikipedia (2007)
https://wikipedia2007.classicistranieri.com

Static Wikipedia (2006)
https://wikipedia2006.classicistranieri.com

Liber Liber
https://liberliber.classicistranieri.com

ZIM Files for Kiwix
https://zim.classicistranieri.com


Other Websites:

Bach - Goldberg Variations
https://www.goldbergvariations.org

Lazarillo de Tormes
https://www.lazarillodetormes.org

Madame Bovary
https://www.madamebovary.org

Il Fu Mattia Pascal
https://www.mattiapascal.it

The Voice in the Desert
https://www.thevoiceinthedesert.org

Confessione d'un amore fascista
https://www.amorefascista.it

Malinverno
https://www.malinverno.org

Debito formativo
https://www.debitoformativo.it

Adina Spire
https://www.adinaspire.com