Web - Amazon

We provide Linux to the World


We support WINRAR [What is this] - [Download .exe file(s) for Windows]

CLASSICISTRANIERI HOME PAGE - YOUTUBE CHANNEL
SITEMAP
Audiobooks by Valerio Di Stefano: Single Download - Complete Download [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Alphabetical Download  [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Download Instructions

Make a donation: IBAN: IT36M0708677020000000008016 - BIC/SWIFT:  ICRAITRRU60 - VALERIO DI STEFANO or
Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions
Neçik - Wîkîpediya

Neçik

Ji Wîkîpediya

Neçik
Mezin bike
Neçik

Neçik, qanik, berkanî an jî darneçûk alavek ji alavên aw û nêçîrê ye. Ev amûra folklorî di nav Kurdên herêma Efrînê, û nemaze zarokan de, pir belavbûye, belê li herêmên din ên Kurdistanê jî heye. Mirov nikare dîroka wî paşve bişopîne û heyameke teqez ji afirandina wî re bêlî bike; lê tiştê dabîn ew e, ku vedigere pirtirî sed û pêcî salî. Temenê bikarhênerên neçik berê ne bi sînor bû, lê niha ew bi giştî di nav zarokan de tê bikaranîn, nemaze piştî ku xurdax û çîfte bûne alavên nêçîrê ji bo mezinan.

Neçik ji sê zîvaran pêk tê, Neçik an jî wek me gotiye darneçik, ew jî tim ji darikekî tê çêkirin, nemaze darikên zeytonê, an jî heke yek bextewar be dê tûşî neçikekî ji dara palûtê bibe. Şêwazê neçik wek tîpa “Y” ye. Zîvara duwemîn, Lestîk e, ew jî du ta lestîk in, berê ev ta ji lestîkê dêxûnan, yan jî ji şamblêrên loqên wanyayan (otomobêlan) bûn, lê niha ew ji lestîkê pîşesazî ne, nemaze ên ku ji Tirkiyê tên. Zîvara sêyemîn jî jê re Çermik tê gotin, çermik bi rahatî ji çêrmê pêlavên qetî tê çêkirin, sêwazê çermik çargoşe ye, û ji her du aliyên rast û çepê ve qulkirî ye, ev qul jî lestîk tê re derbas dibe û çermik bi xwe ve diçespîne. Ev her sê zîvarên navborî bi girêdanan bi hev ve tên çespandin û alaveke ku jê re dibêjin Neçik peyda dikin.

[biguherîne] Neçik çawa tê bikaranîn

Peywira sereke a neçik ew e, ku kevir pê bên avêtin. Avêtina kêvir jî ji şiyana ku dema lestîk ji hev tê kişandin peyda dibe, çêdibe, hingê ewê ku Neçik bikar tîne kevirekî li gorî meziniya çermik, dixîne nav çêrmik, û neçik bi destekî digre û bi destê din kevirê di nav çermik de digire û paşve dikşîne. Li vir berî ew kevirê xwe bavêje, ew ê nêçîra raçavkirî nîşan bike, û nîşankirin jî di nav her du pîçikên neçik re tê girtin, dema nêçîr kete nav her du pîçikan, û nêçîrvan, bikarhênerê Neçik dabîn bû ku nîşana wî baş hatiye danîn, ew ê çêrmik berde, berdana çêrmik jî hezeke têvedanê dide kêvir û bihêz pêşve davêje. Anîna nîşanê li gorî zîrekî û jêhatina nêçîrvan e. Neçik digel ku alaveke asan e, lê ew li dijî çûkên curbecur tê bikaranîn, ji çitikên pêşî bigire heya qaz û werdekan.

Tevî ku Neçik alaveke asan e, lê bandora xwe di nêçîrê de pir mezin e, û ta roja îro dikare şûna çekên xurdax û saçmeyan bigire.

Our "Network":

Project Gutenberg
https://gutenberg.classicistranieri.com

Encyclopaedia Britannica 1911
https://encyclopaediabritannica.classicistranieri.com

Librivox Audiobooks
https://librivox.classicistranieri.com

Linux Distributions
https://old.classicistranieri.com

Magnatune (MP3 Music)
https://magnatune.classicistranieri.com

Static Wikipedia (June 2008)
https://wikipedia.classicistranieri.com

Static Wikipedia (March 2008)
https://wikipedia2007.classicistranieri.com/mar2008/

Static Wikipedia (2007)
https://wikipedia2007.classicistranieri.com

Static Wikipedia (2006)
https://wikipedia2006.classicistranieri.com

Liber Liber
https://liberliber.classicistranieri.com

ZIM Files for Kiwix
https://zim.classicistranieri.com


Other Websites:

Bach - Goldberg Variations
https://www.goldbergvariations.org

Lazarillo de Tormes
https://www.lazarillodetormes.org

Madame Bovary
https://www.madamebovary.org

Il Fu Mattia Pascal
https://www.mattiapascal.it

The Voice in the Desert
https://www.thevoiceinthedesert.org

Confessione d'un amore fascista
https://www.amorefascista.it

Malinverno
https://www.malinverno.org

Debito formativo
https://www.debitoformativo.it

Adina Spire
https://www.adinaspire.com