Mehmet Boncuk
Ji Wîkîpediya
Mehmet Boncuk rojnamevanek kurd e.
Boncuk di sala 1974 an li gundê Mişecerkê ku girêdayîyê Siruca Rihaye hatiye dinê. Di malbateke xwedî 4 bira û 4 xwişk jiya. Malbata wî debara xwe bi rênçberîyê dikir.
Xwendina xwe ya pêşin û navîn li Sirûcê, ya bilind jî li Unîversîteya Anatolîayê li beşa sosyolojîyê (ilmê civakî) kir.
Dema xwendinê xwe di hin rojnameyên herêmî de dest bi nivîsê kir. Di sala 1998 an bi derxistina Rojnameya Firatta Yaşam ê (Jiyana li Ferat) Dîlokê bi cîh bû. Xebata xwe ya di Firatta Yaşamê de heta sala 2002 an berdewam kir. Niha bi awayekî serbixwe xebeta xwe ya rojnamegerîyê berdewam dike.
Heta roja îro di hin rojname, kovar û malperên li ser înternetê de nivîs, nûçe û şiroveyên wî yên li ser pirsgirêkên civakî û netewî hatin weşandin.
Mehmet Boncuk zewîcî ye û bi navê Qadir û Rojda du zarokên wî henin.