Web - Amazon

We provide Linux to the World


We support WINRAR [What is this] - [Download .exe file(s) for Windows]

CLASSICISTRANIERI HOME PAGE - YOUTUBE CHANNEL
SITEMAP
Audiobooks by Valerio Di Stefano: Single Download - Complete Download [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Alphabetical Download  [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Download Instructions

Make a donation: IBAN: IT36M0708677020000000008016 - BIC/SWIFT:  ICRAITRRU60 - VALERIO DI STEFANO or
Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions
Hesen Şerîf - Wîkîpediya

Hesen Şerîf

Ji Wîkîpediya

Hesen Şerîf stranbêj û hunermendekî kurd e.

Hesen Şerîf di sala 1969an de li Başûrê Kurdistanê li gundê Kêste ku li parêzgeha Duhokê ye hatîye dinê. Xwendina xwe ya seretayî li gund û bajarê Duhokê xwendîye lê mixabin ji ber hinek sedemên taybetî nikaribûye berdewam bike.

Hesen Şerîf ji zaroktîya xwe ve bûye evindarê stranên kurdî. Di yazdeh salîya xwe de dest bi lêdana tembûrê kirîye û di salên berdewam de jî ji gelek hunermendên kurd re bi tembûra xwe bûye alîkar ta ku di şazdeh salîya xwe de rêka xwe ya hunerî hilbijartîye. Hesen Şerîf di sala 1985 de berhema xwe ya yekemîn bi navê "Tembûra min" û di sala 1986 de jî berhama bi navê "Baran Barî" derdixe.

Di sala 1987 de ji ber stranên xwe yên welatparêzî û ramyarî neçar dibe ku ji Duhoka nazdar derdikeve û berê xwe dide Çîyayên Kurdistanê kû bûbû warê pêşmergeyên qehreman. Ji ber êrîşên, Enfal, ku hukumeta Iraqê di sala 1988an de li dijî kurdên bê guneh pêk anî bû ew jî weka her kurdekî neçar dibe û di welatê xwe de, li Amedê dibe penaber û herweha li Amedê hetanî dawîya sala 1991an dimîne.

Kaseta xwe ya bi navê "Helepçe-Hîroşîma Kurdîstanê" li kampa penaberan li Amedê ku bi têlan û cendirman hatibû cîtkirin û di bin mercên gelek dijwar de tomar kiribû ku ew berhem di nav kurdan de gelek deng daye. Pîştî serhildana pîroz di sala 1991 de li Başûrê Kurdistanê ew jî weka her kurdekî penaber dagerîya warê xwe.

Di dema destpêka azadîyê de beşdarî gelek aheng, pîrozbayî û cejnên netewî bûye. Di sala 1993 de kaseta xwe ya bi navê "Şêrê Çiya" û di sala 1994 de jî kaseta xwe ya bi navê "Şeva Eşqa Min Dirêj bû" deranîye. Hesen Şerîf di sala 1995 de ji welat derdikeve û diçe Swêdê.

Çende ji gelê xwe durketibe jî her ew eşqa dilê wî ya xebata hunerî û netewî berdewamkirîye. Her wek têye zanîn ew beşdarî gelek helkeftin û bîrewerîyên netewî yên ku li welatên Ewropî pêk hatine bûye û herwusa kurdên Kanada û Emerîka jî ji huner û dengê xwe bêpar nehîştîye. Di sala 1998 de berhema ya bi navê "Xwezî" li Swêdê derdixîne. 2002yan de albûma bi navê "Tora Evînê" û 2004an de jî ya bi navê "Mizgînî" derxist ber hezgirên xwe.

Klîba Hesen Şerîf a bi navê "Beyta Laleş" ku derhêneriya wê Husên Hesen kiriye, di Yekemîn Pêşbaziya Video Klîbên Kurdî ya Zaxoyê de sala 2006an wekî Kilîba Herî Serketî, hatibû hilbijartin.

[biguherîne] Girêdanên Derve

Our "Network":

Project Gutenberg
https://gutenberg.classicistranieri.com

Encyclopaedia Britannica 1911
https://encyclopaediabritannica.classicistranieri.com

Librivox Audiobooks
https://librivox.classicistranieri.com

Linux Distributions
https://old.classicistranieri.com

Magnatune (MP3 Music)
https://magnatune.classicistranieri.com

Static Wikipedia (June 2008)
https://wikipedia.classicistranieri.com

Static Wikipedia (March 2008)
https://wikipedia2007.classicistranieri.com/mar2008/

Static Wikipedia (2007)
https://wikipedia2007.classicistranieri.com

Static Wikipedia (2006)
https://wikipedia2006.classicistranieri.com

Liber Liber
https://liberliber.classicistranieri.com

ZIM Files for Kiwix
https://zim.classicistranieri.com


Other Websites:

Bach - Goldberg Variations
https://www.goldbergvariations.org

Lazarillo de Tormes
https://www.lazarillodetormes.org

Madame Bovary
https://www.madamebovary.org

Il Fu Mattia Pascal
https://www.mattiapascal.it

The Voice in the Desert
https://www.thevoiceinthedesert.org

Confessione d'un amore fascista
https://www.amorefascista.it

Malinverno
https://www.malinverno.org

Debito formativo
https://www.debitoformativo.it

Adina Spire
https://www.adinaspire.com