G Unit
Ji Wîkîpediya
G Unit ya G-Unit grûpekî rap di DYE'yê da ye. 50 Cent, Lloyd Banks, Tony Yayo, Young Buck, Olivia, Ma$e, Mobb Deep, M.O.P., Hot Rod û Spider Loc endamên G Unit'in. DJ'yê wan DJ Whoo Kide.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dîrok
50 Cent, Tony Yayo, Sha Money XL, Domination û Bang 'Em Smurf (Domination û Bang 'Em Smurf niha Silverback Gorillaz in) grûpê G Unit di heremê Jamaica di Queens (New York City, NY) di salê 1998 da çêkirin. Piştî demekê Lloyd Banks jî bû endamekî G Unit, ji ber ko wî alîkarîya 50 Cent kir wextê yekî qurşîn avêtebûn 50 Cent. Di salê 2005 da Olivia, Mobb Deep, M.O.P. û Ma$e jî ketin G Unit, Spider Loc şonê The Game hat. Berî demekê kesên din jî bûn endamên G Unit: Hot Rod, 40 Glocc, Willy Northpole û Carnegie.
[biguherîne] Serkeftin
Serkeftinê mezin çêbû, wextê 50 Cent stranên Wanksta û In Da Club derxist. Ji ber ko wê grûpê wî bi nav û deng bû. Albûmê G Unit, Beg for Mercy, nêzîkî pênc milyon car hate firotin. Wê demê da endamekî G Unit, Tony Yayo di zindanê da bû. Ji ber ko wê ew bes di du stranan da bû; Groupie Love û I Smell Pussy.
[biguherîne] Şerê G Unit bi kesên din ra
Pir şerên G Unit hebûn û hene. G Unit bi Nas, Ja Rule, Fat Joe, Jadakiss û P. Diddy ra şerkirîye. Hên jî şer bi endamekî G Unit yê kevin, The Game, ra çêbû.
[biguherîne] Nav
Destpêkê endam jî nizanîn, ew xetek dikin navberê G û Unit (G-Unit) û loma jî wergî dihate bikaranîn. Niha ew bes G Unit dinivsînin.
[biguherîne] Dîskografî
[biguherîne] Albûm
- Beg for Mercy (nêzîkî 5 milyon car hate firotin)