Evdile Koçer
Ji Wîkîpediya
Evdile Koçer nivîskarekî kurd e.
Evdile Koçer di sala 1977an de li gundekî Sêrtê hatiye dinyayê.
Xwendina »Anadolu Universitesi Kamu Yonetimi« di nivî de hişt.
Heyamekê li Ûnîversîteya Uppsalayê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt.
Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar û rojnameyên mîna Jiyana Rewşen, Pîne, Nûdem, Azadiya Welat, Tîroj, Firatta Yaşam, Hîwa, Kovara W û hwd. de derketine.
Her weha gelek nivîsên wî jî li ser malperên înternetê: »Mehname, Avesta, Amudê, Tîrêj« derçûne.
Pirtûka wî ya bi navê »Govendistan« ku ji nivîsên wî yên mîzahî pêk tê, di sala 2002an de di nav Weşanên Pêrî de derket.