Elîşêr
Ji Wîkîpediya
Elîşêr Beg serokê federasyona eşîrên Kurd ên ku tevlî serîhildana yekemîn a ku li dijî komara Tirkiyê pêkhatiye Serhildana Qoçgiriyê ye.
Bi tevî hevala xwe Zerîfe Xanimê bi fêl û fûtan û awayeke namerdî dîl tên girtin. Birêveberê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Atatürk ji serokê hêzên çekdar ên Tirk anîna serê Elîşêr dixwaze. Tê gotin ku Atatürk gotiye "Heya ez serê Elîşêr ê jêkirî nebînim dê jiyan li min heram be. Heger jiyan li min heram be, tê wateya ku jiyan dê li hemî fermadarên artêşê heram be".
Serokê hêzên Tirk Topal Osman digihê miradê xwe û serê Elîşêr û hevala wî Zerîfe Xanimê jêdike û ji Atatürk re diyarî dike. Serê Elîşêr Beg bi mehan li Koşka Çankaya ya ku Atatürk lê dima dimîne. Hemî fermandar, leşker, siyasetmedarên Tirk li ber serê jêkirî fotografê bîranînê dikişînin. Herwekî Atatürk jî fotoyan dikişîne lê ew foto di arşîvan da veşarî dimîne. Çapemeniya Tirk bi lez resmê serê Elîşêr Beg diweşîne.
Piştî têkçûyîna serhildanê li Qoçgirî û tevahiya Kurdistanê komkujiyên hovane li dijî Kurdan tên lidarxistin. Heya Serhildana Şêx Seîd Efendî ev rewşa dijwar û kambax didome.