Ebdilbaqî Huseynî
Ji Wîkîpediya
Ebdilbaqî Huseynî nivîskarekî kurd e.
Ebdilbaqî Huseynî di sala 1961ê de li Qamişloka binxetê hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe a sereke, navîn û lîse li Qamişlo xwendiye.
Pişê li Zanîngeha Şamê di navbera salên 1979–1985an de xwendina xwe di fakulteya çandiniyê de wek endezyarê çandiniyê xelas kir.
Ji sala 1999an vir ve li Norwecê dijî.
[biguherîne] Berhem
Ji berhemên wî: Pirtûkek folklorî bi navê: Çîrokên Mîran di sala 1991ê de li Beyrûdê çap kiriye.
Herwekî berpirsyariya du kovarên kurdî dikir; Gurzek Gul (1989–1991). / Zanîn (1991–1997).
Hin berhemên wî li ber çapê ne.
Ew niha gotarên xwe bi zimanên kurdî û erebî di rojneme, kovar û malperên Internetê de belav dike.