Ji Wîkîpediya
- 1932 Komara Tirk ji bo Kurdan Zagona Îskana Mecbûrî derxist.
- 1994 Hêzên artêşa Tirk avêtin ser gundê Turaliyê birayên Îkram Îpek û Servet Îpek û Seyîtxan Yolur hatin binçavkirin û paşê jî ti xeber ji wan nehat girtin.
- 1930 Li Bîrmanyayê erdhej çêbû. Di encama vê karesatê de 6 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.
- 1930 Peymana aştiyê ya di navbêra Japonya û Çînê de hate mohrkirin.
- 1949 Konseya Ewropayê bi beşdariya 10 welatan li Strazburgê hate damezirandin.
- 1972 Qezeyeke din ya balafiran çêbû. Balafira Alîtalîa DC-8 kete xwarê~: di encama ketina balafirê de 115 kes mirin.
- 2000 Tav, Merkûr, Venûs, Mars, Jûpîter û heyv hatin rastî hev.
- 1818 Nivîskarê berhema bi navûdeng ya bi navê Kapîtal û xwediyê ilmê Marksîzmê Karl Marks ji dayikbû.
- 1821 Napolyon Bonaparte mir.
- 1995 Gerîllaya Kurd Şadiye Turan ya bi navê kod Xezal li herêma Başkale jiyana xwe ji dest da.
- 1999 Gerîllayê Kurd Taceddîn Şahîn yê bi navê kod Ferhat Berwar li navçeya Başkaleyê li dijî çeperên artêşa Tirk çalakiyeke cangorî lidarxist.
Binêre: Salvegerên dîrokî