Şivanê Kurd
Ji Wîkîpediya
Şivanê Kurd, di dîroka wêjeya Kurdî de romanê yekemîn bi zimanê Kurdî ye. Ev roman ji aliyê Erebê Şemo hatiye nivîsandin.
Pirtûka bi navê “Şivanê Kurd” a bavê romana Kurdî, Ereb Şemo sereboriyên niviskarî ya dewra zaroktî û xortaniya wî û koçerên Kurd ên Qafqasê ye. Ereb Şemo lı dora biraninên dewra zarotî û xortaniya xwe, rewşa civati ya Kurdên Qafqasyayê ji bıhûrbilî û bi hosteyî dihone û weke berr û mafêreke rengîn a destkariya keçeke Kurd a bengî radixe ber çavên xwendevanan. Di beşên dawîn ên romana xwe de jî, Nivîskar bahsa bûyerên dema şoreşa mezin a '17an, şerê li dijî emperyalîstan û şerê navxweyî jî dike. Her wiha roman, zahmetî û dijwariyên parastina destketiyên piştî, şoreşê jî dike û bi awayekî serketî wêneyê demê teswîr dıke. Roman pêşi bi Kurdî hatiye nivîsîn, lê paşê hatiye wergerandın ser zimanên Rûsî li Tiflisê,Tirkî û Frensî çap bûye.
"Di Şivanê Kurd de Ereb Şemo, bi awayeki gelek xwezayî û zelal, û ne bê şiîr, bûyerên her roj, jiyana hêsîrên Kurdên koçer bi me dide nasîn. Mirov ewê nikaribe van nivîsaran bê heyecan û bê eleqe bixîne, nemaze ji ber ku êdî îro ev ferhengên sedsalan di piraniya Kurdistanê de li ber windabûnê ne."