Şahîn Bekir Soreklî
Ji Wîkîpediya
Şahînê Bekirê Soreklî (Navê fermî: Chahin Baker) mamoste, nivîskar û rojnamevanekî kurdî australî ye. Di sal 1946 de li herêmeke kurdî ya bin-xetê (Sûriye) ji day bû û ji dawiya sal 1968 û şûn ve li bajarê australî Sydney bi cîh bû. Li wir xwendina bilind bi seri kir û 26 salan wek mamoste, perwerdekar û serpereşt bo wezareta perwerdeyê, "NSW Department of Education and Training," di kar de bû. Ji sal 1985 û vir ve berpirsiyar û pêşkêşerê bernameya kurdî ya SBS RADIO ye, bernameyeke yeksatetiye heftane. Di sal 1979 de bû serokê yekem komeleya kurdî li Australya û 5 salan ew bi rê ve bir. Gellek nivîsar bi zimanên kurdî û înglizî nivîsandine.
[biguherîne] Berhem
- WENDABÛN (roman)
- VEGER (roman)