Erdnîgarî
Ji Wîkîpediya
Erdnîgarî (=erdzanin) an coxrafya (coğrafya, geographie, erdkunde-geographie, geography) nîgarkirina (teswîr) dinyayê ye. Bi Yûnanî mana "coxrafya" ji nîgarkirina (teswîr) dinyayê ye. Ji dema Qlasîk ve her tim pêşve çû ye. Gelek beşên wê hene. Bi gelek zanyarîyên fîzîkî û civakî re têkildar e. Hîmên erdnigarîya nûjen di sedsala 19. an de hatiye danîn. Erdnîgarî, zanyarîyeke ku çêbûn û belavbûna bûyerên fîzîkî, civakî û jîndarî lêkolîn dike. Erdnigarî, gava li ser van bûyeran disekine li gor xwe prensîban bi kar tîne. Erdnigarî, li gor cih û babetan beş dibe. Li gor cih du beşên erdnigarîyê yên esasî hene: Erdnigarîya gelemperî û erdnigarîya herêmî.