Xelîl Duhokî
Ji Wîkîpediya
Xelîl Duhokî (yan Xelîl Dihokî) (* 1951) nivîskarek kurd e.
Xelîl Duhokî ji Başûrê Kurdistanê ye lê ew demek dirêj li Swêdê maye.
Niha X. Duhokî vegerriyaye Kurdistanê û li Dihokê kovara Nûbûn diweşîne.
[biguherîne] Pirtûkên çapkirî
- Te çi viya û min neanî. Dîwana helbestan, Kurdistana başûr 1982.
- Leheng. Li ser nivîsîn û wergerandina çîrokên kurdên bakur, ji tîpên latînî bo yên erebî. Kurdistana başûr, 1983.
- Osman Sebrî, helbestvan û şoreşger. Kurdistana başûr, 1983.
- Gaziyek ji cergê Asya. Dîwana helbestan, Swêd 1989.
- Min digot û te vedgêra. Dîwana helbestan, Swêd 1990.
- Ragirtin. Dîwana helbestan, bi swêdî û kurdî, Swêd 1990.
- Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê I, antolojî, Swêd 1992.
- Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê II, antolojî, Swêd 1994.
- Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê III, antolojî, Swêd 1995.
- Antolojiya çîroka nû ya kurmancên başûr. Swêd 1995.
- Mirov û welat di helbestên Refîq Sabirî de. Swêd 1996.
- Peyv û tablo diaxivin. Swêd 1997.
- Helbestvanê tepeser û hejaran, Letîf Helmet. Swêd 1998.
- Qertelê ji bilindahiyê ditirsiya. Lars Kilinting. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê Swêdî, 2001.
- Lêopold. Lars Kilinting. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê Swêdî, 2001.
- Du patolên befrê. Çîrok ji bo zarokan. Hîwa Qadir Ji kurmanciya başûr bo Kurmanciya bakur. Swêd 2001.