Sedat Yurtdaş
Ji Wîkîpediya
Sedat Yurttaş Parêzerekî Kurd e. Di heman demê de Serokê PENa KURD e.
Di sala 1961ê de li Amedê hatiye dinyayê. Dibistana sereta, navîn û lîse li Amedê xwend. Di ber xwendina xwe re demeke dirêj di gelek karên giran ên cûr bi cûr de xebitî.Dû re »Ýstanbul Üniversitesi Hukuk Fakültesi« qedand û li bajarê Amedê dest bi karê abûkatiyê kir. Di hilbijartina giştî ya sala 1991ê de, di îtifaqa HEP û SHPê de mîna parlamenterê Amedê hat hilbijartin. Lê, piştî ku di 1994an de DEP ji aliyê Dadgeha Bingehîn a Dewletê ve hate girtin, bi tevî S. Yurtdaş ve parlemteriya 13 hevalên wî jî betal bû û hate girtin. Piştî ku 16 mehan di zîndana Ulucanlar ya Ankarayê de girtî ma, cezayê 14 mehan lê hat birrîn. Nûha li Amedê dijî û Serokê Pena Kurd a Amedê e.
Berhemên Sedat Yurtdaş yên ku heta niha çap bûne, ev in:
- Orkestra Yeni Ezgiler Çalacak (Şiir – Belge yay. 1992).
- Bir Gensoruda Parlemento Gerçeði (Anýlar – Yurt yay. 1993).
- Ýnsanlar Düşünceler Kavgalar (Anýlar– Öteki yay.1996).
- Remo »Bitmeyen Sorgu« (Roman – Çiviyazýlarý yay. 1998).
- »Xelat« (Çîrok–Weşanên Siyê, KURDÎ -2002).