Sedam Huseyîn
Ji Wîkîpediya
Sedam Huseyîn (bi erebî: صدم حسين) di sala 1937'an de li bajarê Tîkrîtê ji malbateke xizan hate dinê.
Piştî mirina bavê xwe, ji aliyê dayika xwe û hizmên xwe ve hate mezin kirin. Sedam di ciwaniya xwe de beşdarî nava refên Partiya Baasê bû. Baas wê demê li hemberî emperyalizmê derdiket û azadî û serxwebûna netewî diparast. Seddam di sala 1956'an de li hemberî desthilatdariyê derbeyek kir lê ev derbe bi ser neket. Piştî vê yekê Sedam bi sûcdariya ku dê Serokwezir Abdul Kerîm Hassam bikûje ji Iraqê reviya. Di sala 1963'an de li Iraqê Partiya Baasê bi ser ket û Sedam jî wegeriya Iraqê. Wê demê bi xwarziya xwe Sacîdeyê re zevicî û jê sê 3 heb qîz bû bawê 5 zarokan. Piştî demekê di navbera partiyê û Sedam de nakokî derketin û Sedam hate girtin. 1968'an de derbeyeke din hate kirin û Sedam bi vê derbeyê re ji girtîgehê derket. Pişt re Sedam kete nava Lijneya Konseya Şoreşê ya Baasê. Seddam di sala 1979'an de bi darbeyekê desthilatdarî bi dest xist û muxalîfên xwe perçiqand. Seddam pergeleke zordest afirand û ew bi îstihbaratê xwe xurt kir.
Sedam di 16'ê adara 1988'an de li hemberî kurdan, li bajarê Helepçeyê komkujiyeke mezin pêk anî û bi bombeyên kîmyewî 5 hezar kurd kuşt.
Sedam di sala 1980'yî de bi Îranê re şer îlan kir û hêzên Sedam herema avî ya Şatt El Arab bi dest xistin. Şerê di navbera Îran û Iraqê de 8 salan dom kir û bi sedhezaran kesî di vî şerî de jiyana xwe ji dest da. Dema ku şer bi dawî bû herdu alî jî di cîhê xwe yên dest pêkê de bûn. Piştre Sedam di 2'yê gelawêja 1990'î de Kuvveşt dagir kir. Li ser wê yekê gelek welatên cihanê bi pêşengiya DYA'yê li dijî Iraqê şer îlan kirin. Di 16'ê berfanbara 1990'î de li ser Iraqê bombe bariyan. Şer heya 27'ê reşemîya 1991'an domiya. Piştî bûyerên 11'ê Rêzberê dîsa çaw zivirîn ser Sedam Huseyîn. Di dawiyê de DYA û Îngîlistanê di avrêla 2003'an de, bi angaşta çekên nukleer carekedin li dijî Iraqê dest bi şer kirin. Hêzên koalîsyonê, di 10 avrêlê de ketin paytexta Iraqê bexdayê û peykerê Sedam Huseyîn ê li navenda bajêr anîn xwar. Ev roj ji bo gelên li Iraqê wekî destpêkeke nû hate nirxandin. Di serî de gelê kurd, gelên Iraqî rabûn ser piyan û têkçûna pergala Sedam pîroz kirin.
Bi têkçûna Sedam re, berhemên desthilatdariya wî yek bi yek derketin holê; li çar hêlên Iraqê goristanên tomerî û wêneyên wahşetê yên desthilatdariya Sedam yek bi yek derketin holê.
Piştî şer êrîşên li hemberî hêzên DYA'yê zêde bibûn û hate îdîakirin ku êrîş ji aliyê Sedam ve têne organîze kirin.