Recep Tayyip Erdoğan
Ji Wîkîpediya
Recep Tayyip Erdoğan (* 26'ê reşemiyê 1954, Kasımpaşa, Stenbol), yek ji serokwezîrên Tirkiyê ye.
Damezrênerê AKP (Adalet ve Kalkinma Partisi - Partiya dadmendî û bipêşketinê) ye. Wî bi salan serokatiya şaredariya Stenbolê kiriye. Di nava partiyên Necmettin Erbakan de dest bi polîtîkayê kiriye. Ango siyaseta Tirk-Îslamê dike.
Li Rize zarokatiya xwe boriye. Bingeha malbata wî ne Tirk e. Tê payîn Gurcî yan Laz e. Dibistana amadeyî di dibistana nîv-olî de diqedîne. Piştre zanîngeha Marmara de beşa zanînên aborî û bazirganiyê diqedîne. Di klûbên amatorî de 16 salî fûtbolê dileyîze.
Ji ber axavtinek xwe tê darizandin û bi qasî 5 mangî di zîndanê de dimîne. Hêdî hêdî riya wî ji Erbakan diqete û di nava tradîsyona partiyên Tirk-Îslamê de riyeke nû vedike. Ew dixwaze îdeolojiya Tirk-Îslamê bi lîberalîzmê ve girêbide. Ev siyaset wî û partiya wî a nû bipêşdixe.
Di hilbijartinên 3'ê sermawezê 2002 de biserdikeve û bi dengdaneke mezin tê ser desthilatdariyê. Serî de dixwaze hin gavan bavêje, lê pirsgirêka Kurdistanê zû rengê wî jî nîşandide. Herçendî di axavtineka xwe ya li Amedê bo çareseriya pirsgirêka Kurd hin sozan dide jî, lis er pêkutiyên artêşê ji mêj şûnve gavan davêje. Heya bigire ji artêşê bêhtir gotinên li dijî Kurdan bilêvdike.
[biguherîne] Gotinên Erdoğan ên derbarê Kurdan de
- Heger hûn pirsgirêka Kurd nefikirin, pirsgirêk jî nîne.
- Heger li Argentînayê jî Kurdistanê damezirînin, em ê hilweşînin.
- Riya Ewropayê di Amedê re derbasdibe.
Siyaseta wî ya nû ji aliyê YE û DYAyê ve tê pesindan. Ev yeka han dibe sedem ku li dijî artêşê hinde qîmeta wî bilind be. Artêş li dijî Erdoğan nerazîbûnên xwe tîne zimên. Çepgîr û rastgîrên Tirkan li dijî wî û partiya wî têdikoşin û wî wekî "Kesê ku li dijî berjewendiyên dîrokî yên neteweyî" destnîşan dikin.