Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions Qedrîcan - Wîkîpediya

Qedrîcan

Ji Wîkîpediya

Qedrîcan
Qedrîcan

Helbestvanê Kurd Qedrîcan, ango, Qedrî Can bi navê "Abdulqadir Can" li Dêrika Çiyayê Mazî --girêdayê Mêrdînê-- di sala 1911 da hate cîhanê.

Di piçûkahiya xwe de Qedrî Can wek "Qedrî" dihat naskirin. Ji zarokahiya xwe de Qedrî Can pir xwedî şans bû ku bavê wî --ku bi kurtahî wek "Cano" tê naskirin-- di zanîna hêjatiya xwendinê bû kurê şand xwendinê.

Di dibistanê de Qedrî Can xwendevanekî pir pêşketî û baş bû, bi taybetî di mijara hejmaran da (Matêmatîk).

Piştî dibistana destpêk, dibistana navîn û bilind "Cano" kurê xwe şand Zanîstan a Mamhosteyan ya Konyayê.

Di wan salan de Qedrî Can welatparêziya xwe hîn xurttir kir û navê xwe xist îsteya dewleta Tirkan ya reş.

Ji bo Qedrî Can tenê du çare ma bû: 1) yan mirin 2) yan revandin.

Qedrî Can ji Dewleta Tirk --bi riya Antakyayê-- reviya çû Sûriyê. Piştî revînê, Qedrî Can nema dikaribû vegere welatê xwe, cihê zayîn ê xwe Dêrika Çiya yê Mazî. Bavê xwe "Cano" --ku pir girêdayî hev bubûn-- nema didît.

Ew yek ji helbestvan ên herî mezin ên gelê Kurd bû.

Qedrî Can wek bavê helbest a nûjen a Kurdî (helbest a tor ê nû) tê naskirin. Wî bi nivîsoka xwe di zaraveya Kurdî ya Kurmancî dinîvisand.

Yek ji helbest ên wî ya herî bi nav û deng Gula Sor bi destê Hozan ê gelê Kurd Ciwan Haco hat beste kirin.

Qedrî Can ne tenê helbestvan bû, helbestvanî tenê yek ji xebat ên wî yên pirhejmarî bû. Navê wî rewşenbîriya xwe tê bîranîn.

Qedrî Can rewşenbîr, ronakbîr, zana, helbestvan, wergervan û polîtîkavan bû.

Qedrî Can li hember qedexe û zorî yên dewleta Sûrî dersên Kurdî dida xwendevan xwe yên dibistanê.

Dema ku mirov li rûpel ên Rojname yan Kovar ên "Hawar", "Ronahî" û "Roja Nû" binêre, xebat ên Qedrîcan tên dîtin.

Dema ku li Konyaye dixwend pir nakokî di nav mêjiyê wî de çêdibin. Jiyaneke bi xirecir li ber çavên wî ket. Xwest ku xwe binase, li binyada xwe, çand û dîroka xwe vekole. Kete nav lêkolîn û lêgerînên dû dirêj. Dema ku di betlaneya havînê de dihate gund, gelek xort li dora xwe vedihewandin. Ji wan re qala azadiyê û welêt dikir.

Keça Qedrî Can, Şêrîn Can ku li Sûriyê bijîşkiyê dikir ji bo bavê xwe dibêje, "Dema ku havinê ew dihate Dêrikê xort didan dûv xwe û li nav rezan diciviyan. Kêlik diçikandin û berik bera wê didan". Dema ku dewlet bi xesletê Qedrîcan dihese dikeve pey şopa wî. Qedrîcan dinêre ku tevgera Şêx Seîd têk çûye. Çi rewşenbîr û welatparêz hene an têne girtin an jî kuştin. Ew jî dev ji dibistanê berdide, tevî Reşoyê Dêrikî û çend hevalên din biryar didin ku binxet bibin. Li nêzî tixûb Qedrîcan û bavê xwe hev û dû dibînin. Qedrîcan rewşê dibêje û ji bavê xwe re dibêje ku ew dê rojekê welêt rizgar bikin wê çaxê welat dê pir xweş be û ew jî dê vegerin. Bavê wî nikare wî ji bo ku neçe îkna bike.

Qedrîcan berê xwe dide Şamê û di nav bilbilên Şadî yên ku her tim li dûrî gulistanê dixwînin û keserkûr in de cih digre.

Beriya ku wefat bike, gelek name ji lêzimên xwe re şandine. Gotiye min pir bêriya welêt kiriye û ez dê rojekê vegerim. Lê mixabin ev xwesteka wî bi cih ne hatiye.

[biguherîne] Helbestvaniya Wî

Em dikarin bibêjin ku Qedrîcan pêşengê helbestvani ya Kurdî ya pêşeroj a ku bê cêwî û bêbersiv hatiye nivîsin e. Li gorî wê heyamê şiîrên ku nivîsîne gelekî bedew, pêşketî û nûjen in. Em dikarin şiîrên wî bidine ber ên şaîrên wê heyamê yên hemden.

GULA SOR
  Gula sor
  Hil bû jor,
  Bîn da dor,
  Gula sor...
  Gula sor
  Em lê dor
  Bicivin
  Bîn bikin
  Dor bi dor

Lihevhatîbûn tor a helbest a nû ye. Hem drûv û hem jî naverok nû ye. Sor hem rengek ku Kurd jê hez dikin e, hem jî ala sosyalîzmê bi bîr tîne. Weke remzekê ye. Qedrîcan Lewma ew bikar aniye. Di vê şîîrê de ramana înternasyonalîzmê heye. Helbestvan, di wê baweriyê de ye ku rojekê gula sor dê li hemû cîhanê were hejandin.


==Begê Axirzeman==

  Dostê min...!
  Dijminê postê min...
  Ew zenbila tu pê hatî,
  Nema datê ji ezman
  Benê wê riziya
  Li nava rê qetiya
  “ket...

Weke ku dixuye bêhna lîvbaziyê ji şiîra wî difure. Hemdemê wî Mayakovskî û Nazim Hîkmet jî şiîrê bi vî awayî nivîsîne.

Di şiîra xwe de hiciv bi kar aniye. Bîr û baweriyên batil bi şêweyeke zimanşêrîn rexne kirine.

  Nemrûdê biçûk
  Me bi agir ditirsîne,
  Pif.... meşka vala
  Ey kevnare yê sala
  Baweriya dilê me
  Ji îmana Ibrahîm bêtire
  Ne kêmtire...

Ku mirov li tevahiya vê şiîrê dinere bîr û baweriyeke ku bi hindik ronakbîr û nivîskarên wê demê re hebû li nik Qedrîcan tête dîtin. Kifşe ku wî hêj wê demê berhemên klasik ên sosyalîstan xwedine û rewa kirine. Li gorî min ji hêla bîr û baweriyê ve Qedrîcan di rêya kovarên wê demê de (Hewar, Ronahî, Roja nû) bi serê xwe ekolek e. Ew û cegerxwîn nêzîkî hev in, lê ji alîyê kûrahiyê û ji aliyê şekl ve ji hev cihê ne. Di şiîra Cegerxwîn de hin caran bîhna tesewûfê tê.

Sala 1957'an ji bo komcivîna xortên navneteweyî bi keştiyê diçe Moskowayê. Piştî vê çûyine dîtina wî ya civakî hîn xwurttir bû. Di vê demê de şiîra Ez Diçim Mosko nivîsiye.

  Swarê geştê bûm
  Teva pêncsed hevalî
  Her yek ji wan ji min bêtir
  Bi hayacan
  Hinek ji wan ereb in
  Hinek ji çerkes, kurd û ermen în...
  Lê hemû yek ziman û yek dil in,
  Zimanê dostanî, aşîtî...
  Weke bira diçin Mosko...

Ev helbest a ku gelek dûvdirêj e dilîniyên helbestvanî û ûtopya wî tîne zimên.

Qedrîcan çûyina xwe ya ber bi roniyê, ronibûna mêjiyê xwe, têgihiştina xwe weha vedibêje:

  Ew perdeya reş ûtarî,
  Ku ji şevên reş diyarî
  Min ji rûyê xwe kişand
  Li ber çavên xwe çirand
  avît...

[biguherîne] PEXŞANA WÎ

Nivîsarên wî yên pexşanî bêtir di derbarê rabirdûyê de ne. Hişê wî pir xwurt e. Zarokatî weke şerîda sînemê tê ber çavê wî.

Di pexşanên wî de dilînî û hestekî tenik heye. Ev nivîsar çîrok in lê bêhtirîn dikevin beşê bîranînê.

Pexşana ku bi ser navê "Sondî ê di hejmara Hawarê ya 35"an de hatiye weşandin , nivîskar rojên şagirtîye bi bîr tîne. Di tevahiye nivîsarê de bêriya welêt û jiyana wir, toreyên berê hatine reşandin. Heçku bi ax û keser hatiye nivîsîn.

Pexşana ku navê wê “Guneh” e, jî di derbarê rojên şagirtiyê de ye. Hinek kevneşopên beradayî bi ziman û şeweyekî wêjeyî rexne dike.

“Rojên Derbasbûy”“ di 52. hejmara Hewarê de hatiye weşandin. Ev nivîsar jî yek ji wan ên ku Qedîrcan jiyana xwe ya li Başûrê biçûk û Şamê vegotiye ye. Di nivîsarên bi vî rengî de Qedîrcan xweşikayiyên vê deverê û yên welêt dide ber hev. Zozan, çem, bihar û heşinayên welêt qet ji bîra nivîskar dernakevin.

Ew dilê ku van nivîs û şiîran dinivîse her dem kelogirî, çav bi hêstir û kovan e. Mirovên ku wan dixwîne jî heman rewşê dijî.

[biguherîne] Zimanê wî yê Huner

Wek hemû êkola Hawarê zimanê Qedîrcan jî çi di şiîre de çi di pexşanê de be, zimanekî xwerû û gelêrî ye. Ji xwe wê demê pişavtina bi zorê û ya pir bi rêk û pêk tunebû. Hinek polîtîkayên A. Hamîd ê ku Sultanê Osmanî bû hebûn, lê nedikariya zaroyên kurdan weke îro ji giyanê wan dûr bikin.

Qedîrcan demekê di dibistanên Osmanî û Tirkan de xwendiye lê bandora vê rewşê di nivîsarên wî de naxuye. Bêhtirîn devokê Merdînê bi kar aniye. Belê ku hûrik hûrik nivîsarên wî bêne dahûrandin, dê bixuye ku wî zimanê tevahiya kurdistanê vekoliye, guhdarî kiriye an jî bihîstiye. Mînak di cihekî de peyva “nola” bikar aniye. Ev peyv li hêrêma ku Qedîrcan zarokatiya xwe lê derbas kiriye tuneye. Bêhtir li Riha û deverine din tê bi kar anîn peyva “wusa” her çiqas li herêma wî tune be jî di şiîra wî de heye.

Di şiîrê de ziman rast û rê bi kar aniye. Zêde cih nedaye remzeyan. Lê dirûvandinên wî xwurt in. Mînak:

“Bi agirê dilê zahîdekî diçe heca...
Ez diçim mosko”
Ev daneberheveke xwurt e.

Gelek peyvên ku îro li ber windabûnê ne, di pexşan û şiîrên wî de hene. Mînak:

“Hevalan, hetanî em ji hev wenda bûn destên xwe ji min re kil dikirin.” di vê hevoka jêrîn a ku di çîroka wî ya bi navê “Rojên Derbasbûyî“ de cih digre de, peyva “kilkirin” dibuhure. Ev peyv îro jî heye. Lê bêhtir ji bo meşk hejandinê an jî zarok hejandinê tê bikaranîn. Di wateya jorîn de niha zêde naye bi kar anîn. Bêjeya “dest kilkirin” bikaranîneke ciwan e.

Lînk a rûpel a Helbestvan Qedrî Can bi zmanê Englîzî: [[1]]

Spasî yên taybetî ji nevî yê Qedrî Can: Ji bo hemû kesên ku xebat a wan ketiye vê nivîsê, gelek gelek spas dikim. --Şêrko Can

Çavkanî yên Nivîsê:

  • Tarîxa edebiyata Kurdî, Q. Kurd
  • Hawar, kovar 1932
  • Şêrîn Can, keç a Qedrî Can
  • Şêrko Can, nevî yê Qedrî Can (kur ê Şêrîn Can)


  • Nivîskar û amadekar ê pêşî: Hasan Kaya
  • Rastkirin û guhartin ên rêzmanî: Şêrko Can, nevî yê Qedrî Can
Zimanên din

Static Wikipedia (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2007 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2006 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu

Static Wikipedia February 2008 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu