Orhan Pamuk
Ji Wîkîpediya
Ferit Orhan Pamuk (7ê Xêveya (Hizîrana) 1952ê, Stenbol) romanivîsê binavûdengê tirk ko girêdayî edebyata paşmodern (postmodern) e. Li sala 2005ê hezkirina wî li welatê wî, Tirkîyê, ber bi kêmbûnê çû, lê li seranserî cîhanê hezkirina wî her zêde dibit. Wekî yek ji romannivîsên serkevtî yên Tirkîyê, romanên wî ji bo zêdetir ji 40 zimanan hatine paçvekirin (wergerandin). Ew wergirê gelek xelatên edebî yên Tirkî û navneteweyî e. Li 12'ê Çirya Pêşîna 2006'ê wî wekî Tirkê herî pêşîn Nobel Xelat a edebyatê wergirt.
[biguherîne] Jînenîgar
Ew li sala 1952ê li malbateka zengîn a pîşesaz (sinetî) li Stenbolê hat dinyayê. Ew di kitêbên xwe, mîna Kitêba Reş û Cewdet Beg û Kurên Wî da behsa malbata xwe dikit. Wî li Kolîja Robertî li Stenbolê xwîndîye. Paşî ji ber pesta malbatê ko dixwest ew bibit endazyar an nijyarvanek, li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê nijyarî (Arkîtekt) xwînd. Lê piştî sê salan, wî xwîndina nijyarîyê hêla da bibit nivîskarekê tivavwext û li sala 1976ê li enstîtûya rojnamevanîyê li Zanîngeha Stenbolê xwîndina rojnamevanîyê dawîkir. Li sala 1982ê bi Aylîn Turegenê ra zewicî, lê li sala 2001ê ji hev cida bûn. Wan kîjek (keçek) bi navê Royayê heye. Birayê Orhanî, Şewket, ko hindek caran wekî kesatîyeka çîrokî di romanên Orhanî da peyda dibit, dîrokzanekê binavûdengê cîhanê e. Ew zêdetir ji bo dîroka aborîyê dihêt niyasîn û li Zanîngeha Bosforê dersdêr e.
[biguherîne] Berhem
- Cevdet Bey ve Oğulları
- Sessiz Ev
- Beyaz Kale
- Kara Kitap
- Yeni Hayat
- Benim Adım Kırmızı, "Navê min Sor e"
- Kar