Norşîn
Ji Wîkîpediya
Norşîn (tr. Güroymak) yek ji navçeyên Bedlîsê ye. Rûber 650km², bilindahî ji rûyê avê 1.320m ye. Nifûsa navendê 22.521 û bi giştî jî nêzîkî 50.000 e. Di sala 1988´î de bûye navçe. 25 gund û 13 mezreyê wê hene. Dewleta Tirk bi fermî mezreyan napejirîne û statîstîkên dewletê ji bo Norşînê bişik in. Gel ji Kurdan pêk tê. Di salên 60´î de hemî navên cografîk hatine qedexekirin û yên Tirkî pêve kirine. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Gel di nava xizaniyeke mezin de dijî.