Jacques Chirac
Ji Wîkîpediya
Jacques René Chirac [ʒak ʀəˈne ʃiˈʀak] (* 29'ê sermawezê 1932 li Paris) yek ji polîtîkerên hemdemî yê Fransî ye.
Li Institut d'études politiques de Paris - Enstîtuya Lêkolînên Polîtîk a Paris perwerdeya xwe diqedîne. Li dibistana taybetî bo kargerên dewletê dersê dide ya École nationale d'administration (ENA) - Dibistana Neteweyî ya Gerînendeyan, bo siyaseta Fransî xwe amade dike.
Cara pêşîn di sala 1995´î de bu serokkomarê Fransî. Cara duyemîn 2002´î de hat hilbijartin bo serokkomariyê heya sala 1997ê.
Ew li dijî polîtîkayên sosyalîstan, li lîberalîzmeke taybetî bo Fransa digere. Di dema peywirdariya xwe de li firotina milkên dewletê, kêmkirina bacan, serbixweyî di polîtîkayên global de hember DYA hwd. digere.
Di nasandina Komkujiya Ermeniyan li Fransa de roleke erênî leyîstiye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî xwedî siyasetek nîne.