Helbest
Ji Wîkîpediya
Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, deng û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye.
Bi corekî din helbest şêweyek vegotina wêjeyî ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahangdar tê hûnandin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Curên Helbestê
[biguherîne] Helbesta Epîk
Helbestên ku mijara wan qehremanî û serborî, dikevin beşa helbesta Epîk. Mînaka helbesta Epîk ya herî pêşî Destana Gilgamêş e.
[biguherîne] Helbesta Lîrîk
Helbestên ku hestên gel ên hevpar weke kêf û êşê yan jî hestên takekesî weke evîn, cudahî û bêrîkirinê digirin nava xwe, helbestên Lîrîk in. Ji ber ku helbestên bi vî rengî dema Yewnana kevin bi sazamûreke bi navê Lîr dihatin xwendin, navê vî cureyê helbestê bûye helbesta lîrîk.
==Helbesta Dîdaktîk== Ev cureyê helbestê bi armanca dersdayînekê tên nivîsandin. Herwiha ji hestyariyê dûr in. Di helbesta dîdaktîk de, armanc ew e ku ramanekî , an jî pend, şîret û zanînekê bidin mirov. Helbesta Dîdaktîk hînker e.
[biguherîne] Helbesta Felsefî
Helbestên bi têgînên felsefî hatine hûnandin ku wateyeke xwe ya kûr hene, bi navê helbestên felsefî tên bi navkirin.
[biguherîne] Helbesta Dramatîk
Mijarên ku heyecan û xemgîniyê didin mirov bi şêweya şano ango bi şêweya dram, trajedî û komedî tên nivîsîn, ev jî bi navê Helbestên dramatîk tên bi navkirin.
[biguherîne] Çavkanî
Jîr DILOVAN