Guleman
Ji Wîkîpediya
Guleman (tirkî: Alacakaya) yek ji navçeyên Mezrayê ye. Navê Guleman di sala 1987 da hatiye qedexekirin. 78km li başûr-rojavayê Mezrayê dikeve. Di sala 1990 da bûye navçe û bi Mezrayê ve hatiye girêdan. Bilindahî ji rûyê avê 1.150m ye. Firehiya erdê navçeyê 318km², hejmara niştecihan nêzîkî 8.700in. (sala 1997an da). Aborî li ser çandinî, derxistina krom, marmor û xwedîkirina ajalan e. Herwekî karê mozhinguvî jî heye.
Dîroka navçeyê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Herêm ji aliyê madenên binerdî ve gelek dewlemen e. Ji 60 % derxistina krom a dinyayê li Gulemanê ye. Mixabin ji vê dewlemendiyê gelê herêmê sûdwernagire. Gelê herêmê ji aliyê aboriyê ve xizan e. Hemî dewlemendî bi destê fîrmayên dewleta Tirk ji Enqereyê re tên şandin. Mermerê herêmê heya Ewropa belav dibe. Gelê herêmê ji kêmahiya dibistanan, nebirêkûpêkbûna elektrîkê, xerabiya riyan, bêkarî û kêmahiya bijîşkan gilîdar e.