Giyadîn
Ji Wîkîpediya
Giyadîn (tr Diyadin) yek ji navçeyên Agirîyê ye. Li rojavayê Agiriyê dikeve. Rûber 1.274km², bilindahî ji rûyê avê 1.825m ye. 6 gund û 67 mezre girêdayî navçeyê ne. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye.
Li Giyadînê gelek cihên tûrîstîk hene. Wekî Kela Avnîkê , Çiyayê Tendûrekê , Miraşe - Kela Kujer , Kela Giyadînê (Kela Birîndaran), Kela Meyan , Şikeftên Meyan, Pira Qudretê , Çêrmûga Dawîd , Çêrmûga Marjengê hwd. Dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Beriya Terteleya Filehan li herêmê wargehên Filehan (Ermeniyan) jî hebûne. Mixabin niha nînin.