Dilawer Zeraq
Ji Wîkîpediya
Dilawer Zeraq nivîskarê kurd e.
Zeraq di sala 1965'an de li Farqînê hatiye dinyayê. Wî ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985'an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedand. Di sala 1996'an de dest bi nivîsandinê kir. Di kovarên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen Name, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Tîroj û rojanmeya Welatê Me û Azadiya Welat de nivîsiye. Di sala 2004'an digel komek nivîskar di derxistina Kovara W de cih girt û heta hejmara 13'an edîtoriya vê kovarê kir. Di Kursa Kurdî ya Amedê de mamostetiya zaravayê kurmancî kir.
Ew niha jî li Amedê dijî.
[biguherîne] Berhem
- Kakil-(Kurteçîrok), 2002, Weşanên Sî, Stenbol
- Ferhenga biwêjan, 2005
- Bişirîna Şermînî (Kurteçîrok)- Weşanên Aram- 2003-Stenbol (Wî çîrokên bijarte ji çîroknivîsê tirk Sait Faik Abasıyanık wergerandiye û ji bo çapê amade kiriye.)
- Şevên Winda Wêneyên Meçhûl (Çîroka Dirêj)- Weşanên Lîs- 2005-Amed