Dep
Ji Wîkîpediya
Ev gotar ser navçeya Depe ye. Ji bo partiya DEP binihêre: DEP
Dep (Qerekoçan, Karakoçan) girêdayî Mezrayê ye, lê herweha di nêzikê sîndorê Çewlik ê ye.
[biguherîne] Cî û Hudûdên Bajar
Hudûdên Depê li bakûr bi Gêxî yê va, li rojava bi Mêzgirtê va, li başur bi Qowancîyan ra û li rojhilat jî bi Bîngolê ve tê girêdan. Pîvana erdê Dep ê 1085 km² ye û bajar ji behra yê 1090m bilindtir e. Rewşa hewayê li havînan pirr germ û zaha, zivistanan jî sar derbas dibe.
[biguherîne] Çîya û Çem
Çîyayên herî bilind yê Depê li rojhilatê çîyayê Kirûcê (2372 m.) û çîyayê Kızıldağ ê (1538 m.) ne. Li rojava yê jî çîyayê Tor (1615 m.), çîyayê Celo (1594 m.) û Dîyarê Gazê (1450 m.) bilind dibin.
Çemê Pêrê: Çavkanîya Pêrê li bajarê Gêxî yê ye. Çemê Pêrê wekî sîndorê di navbera Dep ê û Nazmîye û Mêzgirtê di başûr da diherêke gola Kebanê. Li ser çemê Pêrê yê sê pirê ji beton û sê pirê ji dar hene. Li bihar û payîzê ne mimkûn e ku, mîrov derbazî hêla din bibî.
Çemê Oxî yê li gundê Sarican derdikevî, ji nav Depê derbaz dibî û li nêzika gundê Golan ê dikevî li nav çemê Pêrê.