Clara Zetkin
Ji Wîkîpediya
Clara Zetkin (Klara Tsetkîn, 1857-1933), siyasetmedar û parêzvana mafên jinan e.
Zetkîn di 5'ê tîrmeha sala 1857'an de li gundê Wiederau li eyaleta Saksonya ya Almanya hate dinê. Ji ber ku bavê wê mamosteyê gundbû, jiyana gund ji nêz ve nas kir. Di dema dibistanê de rêbaz û birdoziya Marx û Engels nas kir. Ew tevlî civînên karkeran bû û xebatên partiyê nas kir. Di sala 1878an de piştî ku li Almanyayê qanûna anti-sosyalist kete meriyetê de û partiya Sosyalîst derbasî qada îllegal bû, Clara Zetkin jî derkete dervehî welat. Demeke dirêj li Fransayê ma û paşê jî li Swêdê weke koçber jiya. Zetkin, ne tenê rizgariya jinan, wê rizgariya hemû kedkarên jêrdest hedef dikir. Clara Zetkîn, enternasyonele rastîn bû û hemû jiyana fedayî rizgariya jinên kedkar kir. Clara Zetkîn di 20 hezîrana 1933'an di sirgunê de mir.