Bedirxan Sindî
Ji Wîkîpediya
Bedirxan Sindî nivîskar, helbestvan û wêjevanek kurd e.
Di sala 1943 an de, li bajarê Zaxoyê ji dayîk bûye. Di sala 1966 an de, li Îraqê zanîngeh bi dawî aniye û di sala 1979 an de, li Înglistanê doktora wergirtiye. Her ji sala 1960-ê, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Mişe gotar, vekolîn û helbest bi kurdî û erebî jî, di kovar û rojnameyan de belav kirîne. Wî ji destpêkê helbest li ser qalibê klasîkî divehandin û gelekî tê de biserkeftî bû, paşê yên serbest jî nivîsîn. Gelek helbestên wî yên bû ne stran. Çend pirtûkên wî bi zimanê kurdî û erebî çap bûne. Heta niha çi dîwanên wî yên helbestan nehatîne belav kirin. Lê ev helbestên wî me ji kovar, rojname û pirtûkan derxistîne.
Ev pirtûkên jêrî gehandîne çapê:
- Civata kurdî di edebê wîda
- Sadiq Behaeddîn Amêdî nivîskarekî kurd e, 1983
- Memê Alan ji kurdî wergerandiye erebî
Niha jî li Bexdayê dijî.