Azaxpêrt
Ji Wîkîpediya
Azaxpêrt (tr. Adakli) yek ji navçeyên Çewlîkê ye. Di sala 1839´î wekî gund gundekî girêdayî Erzeromê bû. Sala 1926 ´î de bi Erzinganê ve û sala 1936 ´î de jî wekî nehiye bi Çewlîkê ve hatiye girêdan. Navê Azaxpêrtê di sala 1968 ´î de hatiye qedexekirin û navê Tirkî Adakli pêve kirine. Di sala 1987´î de bûye navçe. Li bakur-rojhilatê Çewlîkê dikeve.
Rûber 841km², bilindahî ji rûyê avê 1.500m ye. 35 gund 69 mezreyê wê hene. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara navendê 3.370 û bi giştî jî 10.856 e. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye.
[biguherîne] Gundên Azaxpêrtê
Axbînek, Kevirspî, Şîman, Êla Kîlîs, Temiran, Hirçik, Çatman, Baleciyan, Aznafer, Şîman a Piçûk, Maskan - Karêr, Çêrme, Kurdan, Horhor, Kamorilya Jor, Ferûz, Pircan, Tûmik (1), Dimlek, Simxaç, Xwarik, Koz (tr Kozlu), Kamorilya Jêr, Mercan, Korikan, Darebî, Tûmik (2), Zermêrg, Holan