Çingûş
Ji Wîkîpediya
Çîngûş (tr. Çüngüş) yek ji navçeyên Amedê ye. Di sala 1953 ´î de bûye navçe. 117km dûrî Amedê ye. 37 gund û 32 mezre girêdayî navçeyê ne. Rûber 489km², bilindahî ji rûyê avê 550 - 2200m ye. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara navendê 4.713 û bi giştî jî 15.308 e. Gel ji xeynî karmendên dewletê ji Kurdan pêk tê.
Axa navçeyê ji bo çandiniyê û xwedîkirina ajalan bikêr nîne. Hemî daristanên mayî hatine rûxandin. Gelê herêmê xizan e. Bendava Karakaya di axa navçeyê de ye û salê 9 mîlyar KVVH hilberîna elektrîkê dike. Dewleta Tirk elektrîkê difiroşe welatên cîran. Li navçeyê gel ji tunebûna elektrîkê, bêkarî û xizaniyê gilîdar e.